Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daxwaza parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê naveroka civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi Mezlûm Ebdî, Esed Şaibanî û Îlham Ehmed re di dema Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê eşkere kir.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daxwaza parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
14 sibat, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê hûrgiliyên civîna ku di dema Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de pêk hat eşkere kir, ku Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, Wezîrê Derve yê hikûmeta demkî Esed Şêbanî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed lê amade bûn.

Di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott got ku Marco Rubio di hevdîtinê de diyar kir ku  DYA'yê piştgiriya Sûriyeyeke aram ku bi cîranên xwe re di aştiyê de bijî û parastina mafê hemû pêkhateyên xwe yên etnîkî û olî garantî bike, dike.

Bigot her wiha eşkere kir ku Wezîr Rubio pabendbûna hikûmeta demkî ya ji bo hevkariya bi DYA`ê û Hevpeymaniya Navneteweyî re di têkoşîna têkbirina DAIŞ'ê de erênî nirixand. Her wiha bal kişand ser girîngiya pêkanîna peymana agirbesta domdar û sepandina peymana entegrasyonê li bakur-rojhilatê Sûriyeyê, bi awayekî ku rêzgirtina tevahî ji maf û ewlehiya hemî Sûrîyeyiyan re misoger bike.

(ac)

ANHA