Înîsiyatîfa Gel: Kampanyaya alîkariya ji bo peravên Sûriyeyê dê berdewam bike

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku bi belavkirina alîkariyên destpêkê ji bo şêniyên li herêmên perava Sûriyeyê re hat aşkerakirin ku şêniyên herêmê pir hewceyê alîkariyê ne.

Înîsiyatîfa Gel: Kampanyaya alîkariya ji bo peravên Sûriyeyê dê berdewam bike
23 adar, 2025   15:39
HESEKÊ

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  der barê kampanyaya wan a alîkariyê ji bo şêniyên li peravên Sûriyeyê daxuyaniyeke da.

Daxuyanî li ber avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Hesekê, bi zimanê erebî, ji aliyên yek ji rêveberên  kampanyayê Mihemed Xelef û bi zimanê Kurdî ji aliyê yek ji rêveberên kampanyayê Şêrîn Xelîl ve û beşdariya  nûnerên rêxistinên mirovî û civakî yên beşdarî kampanyayê bûne, hate xwendin.

Bersivdayîna bangên piştgiriyê

Li gorî daxuyaniyê, ev kampanya li ser banga lezgîn a şêniyên peravên Sûriyeyê pêk hat. Di 14ê Adarê de, bi beşdariya çalak a Heyva Sor a Kurd, Kongreya Star, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Dijî Jinan, Partiya Yekîtiya Demokratîk û Kombûa jinan a Zenûbiya dest bi kampanya alîkariyên mirovî hate kirin.

HÊJMARA ALÎKARIYÊ Û HERÊMÊN KU LÊ HATIN BELAVKIRIN

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku karwanê alîkariyê di 17ê Adarê de bi rê ketibû, barê karwanê ji 6 hezar û 35 paketên alîkariyê ku tê de xwarin û ard pêk dihat .

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bi saya xebatên Rêxistina Mar Yaqûb li herêmên ku herî zêde hewcedar bûn xebatên belavkirinê hatin hêsankirin û alîkarî bi vî awayî hat belavkirin:

Parêzgeha Laziqiyê: 4 hezar û 235 Paketên xwarinê û 110 ton ard li van gund û deveran hatin belavkirin: El-Qelaa, Dêr Safan Ziyadiye, El Hekîmiye, El Zehluta, ElSenubur, Berek Şemsin, El Basa, Xinêrî, Riweysa El Hecel, El Zirûd, Bîlî, Dobî,  El Şiwê, El Meisara, El Şêr, El-Şelfetiya, El Henadî, El Hekîm, El Zobar, Brabşbo, Şerîfe, El Muxtariye, Qarûso, Qabû El Ewamiya, El Rahibiya, El  Eidiya, El Zuhêriyat El Şamiye, Qrirfîs, Ên Erûs, Eldatûr, ,Atoûr, Besnada, Damserxo, Sehat El Hemam, El Zeqzaqaniye, Taxa Bûqa, Taxa El Muntazah, Taxa Tişrîn.

Parêzgeha Tartûsê (Banias û gundewarê wê): 1800 Paketên xwarinê û 145 ton ard ji şêniyên bajar û gundan re hatie belavkirin.

Parêzgeha Hamayê: 100 ton ard ji bo piştgiriya kesên ku li parêzgehê mexdûr bûne hat belavkirin.

KAMPANYA BERDEWAM E Û BANGA HEVGIRTINA MIROVÎ

Di daxuyaniyê hate gotin ku ev kampanya dê nesekine, û diyar kirin ku belavkirina destpêkê asta hewcedariyê eşkere kir, ji bo wê jî hewcdarî bi alîkariyên zêdetir heye.

Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû rêxistinên mirovî û civakî kir ku alîkariyên zêdetir bigihînin kesên hewcedar.

Di dawiya daxuyaniyê de, Însiyatîfê spasiya her kesê ku beşdarî vê pêngava yekem bû, kir, û diyar kir ku di rewşa ku şêniyên herêmên paravê dijîn hewceyî piştevanî û hevgirtina mirovî ye.

Piştî daxuyaniyê Seroka Keşîşxaneya Mar Yaqûb Dayika Fadiyaa Laham axivî û spasiya aliyên beşdarî vê pêngavê bûne kir û hêviya xwe ya ji bo aştiya li Sûriyeyê anî ziman.

(k)