’Armanca hevpeymaniyê nêrîneke yekgirtî ye’

Afram Îshaq têkildarî armanca "Hevgirtin - Temesuk" got,  "Armanca avakirina vê hevpeymaniyê ew e ku hêzên Sûriyeyê bi bername û nêrînekê bikin yek û ji bo pêşxistina baweriyê di nav Sûriyeyiyan de bi hev re kar bikin. "

’Armanca hevpeymaniyê nêrîneke yekgirtî ye’
23 adar, 2025   15:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh şemiyê li paytexta Sûriyeyê Şamê civîneke çapemeniyê bi beşdariya komek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ku Meclisa Sûriyeya Demokratîk jî di nav de bû, hat lidarxistin Di civînê de, damezrandina "Hevpeymaniya Hemwelatîbûna Wekhev a Sûriyeyê" bi navê "Tamasûk" ango (Hevgirtin) hat ragihandin.

Hevseroka MSD`ê Leyla Qereman û her du cîgirên hevserokên MSD’ê Elî Rehmûn û Afram Îshaq beşdarî civîna çapemeniyê bûn.

Afram Îshaq der barê mijarê de diyar kir ku Hevpeymaniya Hemwelatîbûna Wekhev ya  roja Şemiyê hat ragihandin, hevbendiyek e ku ji partî, tevger, kom û rêxistinên civaka sivîl ji bajarên cuda yên Sûriyeyê pêk tê.

Afram Îshaq ji ajansa me re wiha got: "Armanca avakirina vê hevpeymaniyê ew e ku hêzên Sûriyeyê piştî salên dirêj ên çewisandina siyasî û şer û rizgarkirina Sûriyeyê ji rêjîma Beşar, bi bername û nêrîneke yekgirtî bikin yek. Her wiha ji bo pêşxistina baweriyê di nav Sûriyeyiyan de bi hev re kar bikin. "

Îshaq destnîşan kir ku hevbendî hewl dide ku hejmareke zêde ya hêzên Sûriyeyê di nav xwe de kom bike û got, "Derî ji bo hemû alî, kesayet û çalakvanan vekirî ye. Armanc ew e ku civakê ji hemû aliyên siyasî û civakî birêxistin bike û çanda aştiyê di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de belav bike. "

Der barê hêzên di nava hevpeymaniya nû de cih girtine, Îshaq diyar kir: "Hejmarek partiyên siyasî hene ku ev zêdetirî pêncî sal in li Sûriyeyê têdikoşin di hevbendiyê de cih digirin. Her wiha Meclisa Sûriyeya Demokratîk jî heye, ku gelek partiyan di nav xwe de dihewîne û xwedî dîroka xebata siyasî li Sûriyeyê ye. Ev partî nûneratiya hemû pêkhateyên sereke dikin, di nav wan de partiyên ku 20 salan di nava kar de ne hene,  her wiha hejmareke rêxistinên sivîl û çalakvanên sivîl jî hene. "

(k)

ANHA