Îmad Teteryan: Ji bo ku qirkirin dubare nebe birêxistinbûn divê

Îmad Tetaryan diyar kir ku gelê Ermen ji bo ku careke din neyê qirkirin, divê birêxistinbûna xwe xurttir bike. Her wiha destnîşan kir ku dixwazin berpirsyar bên darizandin û cezakirin.

Îmad Teteryan: Ji bo ku qirkirin dubare nebe birêxistinbûn divê
24 nîsan, 2025   07:10
HESEKÊ

Di sala 1915'an de Dewleta Osmanî li hember gelê Ermen dest bi êrişan kir û qetlîameke mezin kir. Di qetlîamê de nêzî milyonek û nîv Ermen hatin qetilkirin û bi sed hezaran jî hatin koçberkirin.

Têkildarî Komkujiya Ermenan, sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî û şêwirmendê Meclisa Ermenî ya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan axivî.

Îmad Tetaryan diyar kir ku Osmaniyan nedixwest tu netewe bi ziman, ol û çanda xwe bijî, lewma Ermen qir kirin û got: "Li hember wê qirkirinê cîhan bê deng bû. Ji bo birêxistinkirinê divê saziyên sivîl û leşkerî hebin. Divê sûcdarên wê komkujiyê ji hêla rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî û mafê mirovan ve bên cezakirin.”

Tetaryan di dewama axaftina xwe de behsa qirkirin û komkujiyên li perava Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan û qirkirina li dijî Ermenan jî kir û wiha got: "Tu cudahî di navbera her du qirkirinan de de tune ye. Her du jî bi heman zîhniyetê hatin kirin. Bi navê ol û nîjadperestiyê qirkirinan pêk tînin. Eger pêkhate û gel neyên parastin dê qirkirin li dijî gelan zêdetir bibin.”

sekreterê giştî yê Partiya Yekitiya Ermenî û şêwirmendê Meclisa Ermenî ya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îmad Tetaryan di dawiya axaftina xwe jî got: "Di vê pêvajoyê de divê gel hevgirtin, yekitî û hevgirtina xwe xurttir bikin. Em ê jî wek gelê Ermen, da ku careke din em di qirkirinê re derbas nebin, em ê birêxistinbûna xwe xurttir bikin.”

(zş)

ANHA