‛Parêznameyên Rêbertî jı bo têgihîştina dozên jinan asoyên nû vedikin’

Xwînerên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku parêzname ji bo têgihîştina dozên jinan asoyên nû vedikin.

‛Parêznameyên Rêbertî jı bo têgihîştina dozên jinan asoyên nû vedikin’
24 nîsan, 2025   03:40
DÊRAZOR

Komeke jinên ji Dêrazorê şêwirên xwendina Parêznameya Pêncemîn a Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk-Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Civaka Demokratîk" bi dawî kir. Ev şêwir ji hêla Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ve bi têvlêbûna 18 jinên ji gundên li rojhilatê Dêrazorê hat organîzekirin.

Di dawiya şêwira xwendinê de jinan peyamek da û diyar kir ku armanca vê şêwirê ne tenê xewndin bû, lê gaveke aktîf ber bi guhertinê ve bû. Nîqaşan bingeheke fikrî ya nû ya ji bo xêzkirina nexşerêyekê ava kir ku teqeziyê li ser rola jinan dike.

Ji beşdarên şêwirê Efraa El Salih diyar kir ku beşdariya jinan di şêwirên xwendinê de pêwîstiyek bû ku jin li hember astengî û zehmetiyên heyî bisekinin. Xwendina hevbeş a parêznameyê hişt ku asoyên nû ji bo têgihîştina dozên jinan bên vekirin.

Efraayê wiha domand: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, di qonaxeke hestiyar de ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet û herêm bi giştî tê re derbas dibe, nêrîneke hevgirtî ji bo xurtkirina jinê, weke pêşeng, pêşkêş kir."

Li aliyekî din jî yek ji organîzetorên şêwirên xwendinê Sefa El Ehmed diyar kir ku berdewamkirina xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan êdî ji bo jinên Dêrazorê vebijêrkeke stratejîk e.

Sefayê got: "Ev parêzname ne tenê nivîs in, lê delîlên xebat û karkirinê ne ku rola pirreng a jinan di aliyên siyasî, leşkerî û civakî de û çawaniya wezîfdarkirina wê ji bo pêkanîna guherîna bingehîn, zelal dike."

Sefa anî ziman ku wan bi awayekî berfireh têgeha demokrasiya beşdar ku jinan li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan stûna bingehîn dibîne, nîqaş kirin.

Xedîce El Hamid jî parêznameya pêncemîn wiha wesif kir û got: "Ew, ji bo têgihîştina projeya rizgariyê ku rizgariya jinê û veguherîna civakê giştî bi hev ve girê dide, nexşerêyek e. Her wiha derxistina rehenda jinan di têkoşîna siyasî de misogeriya rasteqîn a siberoja aram û adilane ye."

Xedîceyê got: "Me bi vê tecrûbeyê îsbat kir ku em dikarin zanabûneke giştî ku jinê wek şirîk nas bike, saz bikin. Divê çarçoveya van şêwiran werin berfirehkirin ku jinên ji tevahî Rojhilata Navîn beşdar bibin. Her wiha rizgariya rasteqîn ji têgihîştina jinan a bi maf û şiyana xwe ya rêvebirina guhertinê dest pê dike."

(fr)

ANHA