IEA`ê hişyariya krîza enerjiyê ya herî xirab da

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ji ber şerên li Rojhilata Navîn hişyara krîzeke enerjiyê ya mezin da, ku rojane 11 milyon bermîl kêm dibe û zirar li 40 dezgehan hatiye.

IEA`ê hişyariya krîza enerjiyê ya herî xirab da
23 adar, 2026   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêvebirê Giştî yê IEA Fatih Birol roja Duşemê hişyarî da ku cîhan ber bi bi yek ji krîzên enerjiyê yên herî giran ên dehsalan ve diçe, ji ber zêdebûna şerê li Rojhilata Navîn û bandora wê ya rasterast li ser hilbirîna petrolê ya cîhanî.

Birol li Klûba Çapemeniyê ya Neteweyî li Canberra axivî û got ku rewşa heyî "pir xeter e", û destnîşan kir ku heta niha nêzîkî 11 milyon bermîl rojane ji bazarê kêm dibe.

Birol her wiha destnîşan kir ku şer bi giranî zirar daye binesaziya enerjiyê, û diyar kir ku "herî kêm 40 dezgehên enerjiyê li neh welatên herêmê bi giranî an pir giran zirar bûne."

(k)