Li Rûsyayê li dijî benderekê êriş

Rûsyayê ragihand ku bi dronan bendera Primorsk a nêzîkî Fînlandiyayê hat bombebarankirin. Di encamê de zirar li depoyên sotemeniyê bû. Her wiha da zanîn ku zêdetirî 50 dronên Ukraynayê xistine xwarê.

Li Rûsyayê li dijî benderekê êriş
23 adar, 2026   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilat Rûsyayê îro ragihand ku bi droneyan bendera Primorsk a herêma Lenîngradê ya li bakurê rojavayê Rûsyayê hat hedefkirin û tê de şewat derket.

Parêzgarê herêma Lenîngradê Alexander Drozdenko daxuyaniyek li ser Telegramê parve kir û diyar kir ku parastina hewayî zêdetirî 50 dron rûxandine. Her wiha îşaret pê kir ku di depoyeke sotemeniyê ya li bendera Primorskê de şewat derketiye û karker ji cihê bûyerê hatine derxistin û tu birîndar nehatine ragihandin.

Bendera Primorsk li ser Deryaya Baltîkê û di navbera sînorê Fînlandiyayê û St. Petersburgê de ye. Bender ji bo hinardekirina petrola Rûsyayê bendereke girîng e.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh ragihand ku sîstemên wê yên parastina hewayî di nava 2 saetan de li ser 6 herêmên Rûsyayê 60 dronên Ukraynayê rûxandine. Wezaretê di daxuyaniyekê de da zanîn ku 33 dron li ser herêma Bryansk, 14 li ser Smolensk, 7 li ser Novgorod, 3 li ser Lenîngradê, 2 li ser Tverê û dronek li ser Kurskê hatin xistin.

(bb)