Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Bradostê agirê Newrozê dadan û cejn pîroz kirin.

Gerîlayan li Bradostê Newroz pîroz kirin
23 adar, 2026   13:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Bradostê di bin barana biharê de bi coş cejna Newrozê pîroz kirin.

Ji fermandarên gerîla Tevfîk Çelê li pîrozbahiyê axivî û qala dîroka Newrozê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir.

Gerîlayan agirê Newrozê dadan, şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û diyar kirin ku ew li ser şopa wan dimeşin.

Pîrozbahiya gerîla heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.