Hûsiyan li Erebistana Siûdî parzûngehek bombebaran kir

Hûsiyan bi du dronan parzûngeha petrolê ya şîrketa Aramco ya li herêma Cîzanê yê Erebistana Siûdî bombebaran kir.

Hûsiyan li Erebistana Siûdî parzûngehek bombebaran kir
13 tebax, 2026   21:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan ragihandin ku wan bi du dronan parzûngeha petrolê ya şîrketa Aramco ya li herêma Cîzanê ya başûrê rojavayê Erebistana Siûdî kirin hedef.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a SABA‘yê ya ser bi Hûsiyan ve,  çavkaniyekê leşkerî  got, êriş wekî "Bersiv li hemberî binpêkirinên Erebistana Siûdî yên li ser qada hewayî ya Yemenê û serweriya parêzgehên wê Seeda û Hecayê hatiye kirin."

Desthilata Erebistana Siûdî der barê êrişê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)