Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn

Xelkê bajarê Qamişlo û gundewarê wî 745 şehîdên di sal û cihên cuda de şehîd bûbûn bi bîr anîn.

Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
Li Qamişloyê 745 şehîd hatin bibîranîn
13 tebax, 2026   21:18
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê 745 şoreşgerên tevgera rizgariya Kurdistanê û Rojava yên di mehên Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmehê yên salên cuda de şehîd bûbûn li Hola Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajêr bi bîr anîn.

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre Mahsûm Hesen li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî.  Mahsûm, şehîd Mahsûm Korkmaz û hevrêyên wî bi bîr anîn û soza şopandina rêça şehîdan heta serkeftinê da.

Hesen diyar kir ku bibîranîna şehîdan ne tenê merasîm û rakirina wêneyên wan e, lê dive ew di tevahî aliyên jiyanê de amade bin.

Hesen îşaret bi guhertinên di 2026’an de pêk hatine weke planên navneteweyî û projeyên li Rojhilata Navîn û Rojava kir û bang li gel kir ku xwezaya qonaxa heyî bizanin û ji daxwazên wê re amade bin.

Hesen anî ziman ku şoreş bi dawî nebûye û nirxên şehîdan hîna parastî ne û rêbazên têkoşîn û berxwedanê bi guhertina şert û mercan de diguherin.

Di merasîmê de dayikan mûm li ber wêneyên şehîdan pêxistin.

Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîdên Kurdistanê ji berxwedana 14’ê Tîrmehê bigire heta bi Pêngava 15’ê Tebaxê û Şoreşa Rojava hat temaşekirin.

Merasîm bi diruşmên “şehîd namirin” bi dawî bû.

(f)

ANHA