Hûsiyan li balafireha Ben Gurion a Îsraîlê da

Koma Ensarullah a Hûsiyan ragihand ku wan "du operasyon li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurion a Îsraîlê" pêk anîne.

Hûsiyan li balafireha Ben Gurion a Îsraîlê da
18 gulan, 2025   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ya îranî, Hûsiyên li Yemenê vê sibehê bi du moşekan êrişî Balafirgeha Navneteweyî ya Ben Gurion a li herêma Yafa ya Îsraîlê kir.

Hêzên Hûsiyan jî der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me vê sibehê bi du moşekan çalakiyên bi bandor balafirgeha El Led (Ben Gurion) ya li herêma Yafa ya dagirkirî û şevê din jî dronek kirin hedef."

(bb)