’Desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhêztinê’ sûcên DAIŞ û Tirkiyeyê paşguh kirin 

Desthilata Şamê ji bo eşkerekirin û lêkolînkirina sûcên rejîma Baas`ê ’Desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhêz’ ava kir, lê guh neda sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û çeteyên DAIŞ`ê ku dijî gelên Sûriyeyê kirine. 

’Desteya Dadweriya Pêvajoya Veguhêztinê’ sûcên DAIŞ û Tirkiyeyê paşguh kirin 
18 gulan, 2025   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Desthilata Şamê duh (Şemiyê), ragihand ku  li gorî biryareke Ehmed El Şeri ’Desteya Nîştimanî ya Dadweriya Pêvajoya Veguheztinê’ ava kiriye. 

Li gorî biryarnameyê, armanca desteyê ew e ku "binpêkirinên giran ên ku di dema rejîma berê de hatine kirin eşkere bike, berpirsyaran bi hevkariya dezgehên pêwendîdar darizîne, hewl bide ku qurbaniyan qerebû bike û ziyanan çareser bike ". 

Di biryarnameyê de sûcên ku çeteyên DAIŞ'ê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de li dijî gelê Sûriyeyê  hatine kirin,  her wiha sûcên ku di meha borî de li peravên Sûriyeyê htine kirin, hatine paşguhkirin.  

Rêxistina  Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) di rapora ku duh (17 Gulan) weşandibû, bang li desthilata Şamê kir ku gavên bilez û berçav bavêjin ji bo çareserkirina dadweriya veguhêz û destnîşankirina rastiyê, qerebûkirina qurbaniyan û rêgirtina li ber dûbarebûna binpêkirinan gavên bilez û berçav bavêjin . Amnesty bal kişand ser êrişên hewayî yên Tirkiye û Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê jî. 

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî (Human Rights Watch) di rapora ku 14’ê Gulanê weşandibû, piştrast kiribû ku çeteyên "Artêşa Nîştimanî" kiryarên binçavkirin û destdirêjiya li sivîlan li bakurê Sûriyeyê dewam dikin.  

Human Rights Watch bang li dewleta Tirk kiribû  ku dev ji piştgiriya wan koman berde, her wiha ji rayedarên Şamê jî xwestin ku xwe serkirdeyên çeteyan li cihên bilind erkdar neke. 

(k)