Li derdora Mexmûrê tevgera hêzên Iraqê zêde bûye
Çalakiya xelkê Mexmûrê ya li dijî rêgirî, girtin û ambargoya hikûmeta Iraqê ya li ber nuqteya kontrolê ya hêzên Iraqê, 4 roj e berdewam e. Hêzên Iraqê jî li benda kontrolê tevger û hejmara hêzên xwe zêde kiriye.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî ambargo, rêgirî û dorpêça li ser wergehê, her wiha girtina şandeya çûbûn hevdîtinê, 4 roj e li ber benda kontrola hêzên Iraqê konê çalakiyê vedaye.
Li gorî nûçeya Rojnews’ê, hêzên Iraqê jî li gorî berê li benda kontrolê tevger û hejmara hêzên xwe zêde kiriye.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji 10’ê Nîsanê ve hikûmeta Iraqê ambargo daniye ser wargehê, rê nade kelûpelên avahîsazî, binesazî û dîsa rê nade karker biçin Bexda kar. Her wiha Iraq nasnameyên xelkê wargehê nû nake û rê nade nexweş jî biçin nexweşxaneyê. Rayedarên Iraqê ragihandibûn ku wê di 15’ê mehê de endamên şandeya çûbûn hevdîtinê berdin, lê rayedaran sozên xwe bici ne anîn.