Li Hemayê girtî sewqî dadgeha leşekrî hatin kirin: Şêniyan xwepêşandan li dar xist

Piştî ku girtiyên bajarê Siqîlbiya yê gundewarê Hemayê sewqî dadgeha leşekrî hatin kirin, şêniyan xwepêşandan li dar xist û daxwaza serbestberdana wan kirin.

Li Hemayê girtî sewqî dadgeha leşekrî hatin kirin: Şêniyan xwepêşandan li dar xist
28 tîrmeh, 2026   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Dul li bajarê Siqîlbiya yê gundewarê girêdayê parêzgeha Hemayê nakokiyek veguherî pevçûnê. Di pevçûnê de gule û bombeyan destan hatin avêtin. Di encamê de hin kes birîndar bûn. Hêzên Ewlekariyê piştî bûyerê operaasyonek da destpêkirin û hejmarek kes bin çav kirin. Piştre jî kesên binçavkirî sewqî dadgeha leşkerî hatin kirin.

Şêniyan vê êvarî xwepêşandan li dar xist û şandina binçavkiriyan bo dadgeha leşkerî şermezar kirin.

Şêniyan diyar kirin ku di nava girtiyan de nexweş û birîndar hene û xwestin werin berdan. Her wiha banga lêkolînkirina bûyerê hesabpirsîna ji berpirsên wê kirin.

(bb)