Hûsiyan bajarekî Siûdî topbaran kir: 6 kes birîndar bûn

Hûsiyan topek avêtin bajarê Necranê yê Erebistana Siûdî. Di encamê de 6 kes birîndar bûn û ziyanên madî çêbûn.

Hûsiyan bajarekî Siûdî topbaran kir: 6 kes birîndar bûn
18 cotmeh, 2026   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Parastina Sivîl a Erebistana Siûdî ragihand ku li bajarê Necranê yê başûrê welêt topek li qada niştecihan ket, di encamê de 6 kes birîndar bûn û zerar li 3 malan û 3 erebeyan bûn.

Dezgehê bi daxuyaniyekê ku ser X‘ê weşandiye diyar kir ku top ji aliyê Hûsiyan ve hat avêtin.

(bb)