Hunermendên li Til Birakê êrişên li dijî nobedarên bendava Tişrînê şermezar kirin

Navenda Çand û Hunerê ya Til Brakê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û komkujiyên li dijî nobedarên bendava Tişrînê şermezar kirin.

Hunermendên li Til Birakê êrişên li dijî nobedarên bendava Tişrînê şermezar kirin
23 ÇILE, 2025   14:37
Hesekê

Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Til Brakê yê kantona Cizîrê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet şêniyên ku li bendava Tişrînê nobedariyê dikin, şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdariya endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên bajêr ji aliyê Hevseroka Navendê Semîra Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî nobedarên li bendava Tişrînê hatin şermezarkirin û hunermenda şanogerê Kurd Cûma Xelîl (Bavê Teyar) ku di encama bombebarana dewleta Tirk de şehîd bibû, bi bîr anîn.

Di daxuyaniyê de qehremaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin a ji bo parastina herêmê hate silavkirin û banga hevgirtin û yekitiya li hember dewleta Tirk a dagirker, hate kirin.

Navenda Çand û Hunerê ya Til Birakê bang li civata navneteweyî kir ku erk û berpirsyariyên xwe pêk bîne û ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk a dagirker û parastina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bikeve nava tevgerê.