`Armanca me parastina bendavê ji êrişan e`

Siyasetmedaran ku li Bendava Tişrînê ne diyar kir ku bendav xwedî girîngiyeke mezin û ji bo Sûriyeyê jêdereke avê û kehrebê ye û gotin: “Ji bo parastina bendavê em li vir in. Ji ber bi awayekî hovane bendav tê hedefgirtin û metirsiyên cidî li ser bendavê hene."

`Armanca me parastina bendavê ji êrişan e`
30 ÇILE, 2025   02:35
BENDAVA TIŞRÎNÊ
DICLE EHMED

Pêkhateyên herêmê xwepêşandanên xwe li ser bendava Tirşînê didomînin. Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mistefa Şewket Eldemir ê ku  tev li xwepêşandanên li bendavê bûy, got: "Ji bo parastina bendavê em li vir in. Bi awayekî hovane bendav tê hedefgirtin. Metirsiyên cidî li ser bendavê hene."

Eldemir diyar kir ku bendav jêdera yekane ya kehrebeyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, lewma bi partiyan û sivîlan re berê xwe da bendavê, wê ji êrişên hovane biparêzin.

XETEREYÊN ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK LI SER BENDAVÊ

Eldemir der barê mijarê de wiha domand: "Di encama êrişan de, ji 8 turbînan tenê 1 dixebite. Lewma divê cîhan van xetereyan nas bike. Ji ber ku bi domandina êrişan re, bendav rûbirûyî hilweşînê ye. Heke hilweşe jî, wê karesateke mezin bi ser serê bi sed hezaran sivîlan were."

Eldemir got kesên li bendavê li dijî êrişan xwepêşdanên dikin, sivîl in û armanca wan parastina bendavê ye, lê dewleta Tirk rasterast wan topbaran û bombebaran dike.

Eldemir di dawiyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku bên bendavê û tişta li wir diqewime bi çavên xwe bibînin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Gêlo Îsa got: "Hatina me ya vir, ji bo parastina bendavê ye. Bendav a her kesî ye. Ji bo erdnîgariya Sûriyeyê jêdera avê û kehrebeyê ye. Ev 2 meh zêdetir e ji êrişan kehrebe ji ser gelek bajarên Sûriyeyê qut bûye."

Îsa ji çeteyên dewleta Tirk ên ku êrişî bendavê dikin re got dev ji xizmetkirina dewleta Tirk re berdin.

TIRKIYE DIXWAZE GELEK HERÊMAN BI DESTÊ SÛRIYEYIYAN DAGIR BIKE

Îsa îşaret bi armanca dewleta Tirk ji êrişan kir û got: "Ew dixwaze beşên berfireh ên Sûriyeyê bi destê sûriyeyiyan bi xwe û dagir bike. Divê sûriyeyî li xwe vegerin û bi awayekî cidî bifikirin da ku Sûriyeyê ji nû ve ava bikin."

Îsa bang li pêkhateyan û rêveberiya HTŞ`ê kir ku berpirsyariyên xwe li hember Sûriyeyê bi cih bînin û got: "Enerjiya ji bendavê tê, ya her kesî ye, ne tenê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Dewleta Tirk naxwaze şerê li Sûriyeyê rawest e û aştî pêk were, lê dixwaze nakokiyan û şer gurtir bike."

(şx)

ANHA