Hunermend û nivîskaran li ser darvekirina xwepêşanderan hişyarî dan

Gelek kesayetên Kurd û Îranî nerazîbûn nîşanî tundiya li ser xwepêşanderan û qetilkirina wan da û gotin: “Metirsiya bidarvekirina xwepêşanderên hatine binçavkirin heye û bang li civaka navneteweyî dikîn ku jiyana wan biparêzin.”

Hunermend û nivîskaran li ser darvekirina xwepêşanderan hişyarî dan
17 ÇILE, 2026   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

78 nivîskar û hunermendên Kurd û Îranî têkildarî qetilkirinên komî ya xwepêşanderan û binçavkirina xwepêşanderên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de fikarên têkildarî binçavkirina xwepêşanderan tîne ziman û ev hate gotin: “Fikar hene ku sûcên weke çekdar, teror û sîxûrî li ser wan bê ferzkirin û vê jî bikin sedema darvekirina wan.”

Di dewama daxuyaniyê de bal tê kişandina ser qetilkirina bi komî ya xwepêşanderan û dest danîna ser nasnameya wan, avakirina tirs û xofê ye û ev hate gotin: “Ev vekirî binpêkirina mafê mirovane. Daxwaz ji civaka navneteweyî, saziyên mafê mirovan û saziyên navneteweyî dikin ku bi lezgîn li hewara rewaş Îranê ve biçin û jiyana binçavkirinan biparêzin.”

Navê hinek ji kesên ev daxuyanî îmze kirine wiha ne:

Şohre Axdaşlo, Mehnaz Efşar, Nuşane Emîrî, Nîlûfer Bîzayî, Cehfer Penahî, Hoşeng Tozîh, Mihemed Resûlif, Sîna Serlek, Muşgan Seceryan, Ladin Tebatebayî, Perstû Feruher, Mêhrangîz Kar, Ebas Mîlanî, Behmen Meqsûdilo, Guguş, Barbed Gulşîrî, Îsmaîl Nûrî Ela, Saziya Hunermendên Îranê ya ji bo Fîlm û Şano ya derveyî welat, Festîvala Fîlman ya Cîhanî Îfta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û Koma Şano ya Karwanê Stockholmê.