Ji QSD daxuyaniya Dibsî Afnan: Çavkaniya tehdîtê hat bêbandorkirin

QSD’ê eşkere kir piştî xiyaneta li hemberî hêzên wan hatiye kirin, li gundê Dibsî Afnan ê li rojavayê Reqayê pevçûnên dijwar derketitene û çavkaniya tehdîtê hatiye bêbandorkirin.

Ji QSD daxuyaniya Dibsî Afnan: Çavkaniya tehdîtê hat bêbandorkirin
17 ÇILE, 2026   16:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina QSD’ê, derbarê êrişên komên çeteyan ên li dijî şervanên wan ên ji Dêr Hafir û Meskenê vedikişiyan de, daxuyaniyek belav kir. 

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin li hemberî êrişan mafê parastina rewa hatiye bikaranîn û ev agahî hatin parvekirin: “Piştî ku hikûmeta Şamê lihevkirina hatiye çêkirin binpê kir û dijî hêzên me xiyanet kir, li gundê Dibsî Afnan di navbera hêzên me û êrişkaran de pevçûnên dijwar rû dan. Hêzên mafê parastina rewa bikar anîn. Di encamê de çavkaniya tehdîdê hatiye bêbandorkirin. Aloziya li herêmê didome.  

Li aliyê din, qada neftê ya Thawra û eniya Xanem El-Elî pêşketine çênebûye. Hêzên me li hemberî her cure îhtîmalan amade ne.”

(a)

ANHA