Hunermend Elî Mensûr koça dawîn kir

Hunermendê Elî Mensûr di 60 saliya xwe de ji ber nexweşiyê koça dawîn kir.

Hunermend Elî Mensûr koça dawîn kir
10 nîsan, 2026   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hunermend Elî Mensûr ê ji bajarê Amûdê îro di temenê xwe yê 60 saliyê ji ber nexweşiyekê  ku demeke dirêj e pê ketibû, jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Elî Mensûr di temenekî biçûk de dest bi rêwîtiya hunerê kiribû. Li bajarên Qamişlo, Hesekê û Amûdê bi stranên xwe beşdarî pîrozbahiyên Newrozê dibû.

Hunermend Elî Mensûr di sala 1982'yan de, tevî hejmareke hunermendên din Koma Mehabad ava kir. Hunermend Elî Mensûr jî di nava komê de gotinên gelek stranan nivîsandin û saz kirin.

Di sala 1986'an de Elî Mensûr tevî hejmareke hevalên xwe Koma Agirî li bajarê Amûdê ava kir. Stranên ku nivîsandine û saz kirine li ser asta Kurdistanê deng veda.

Hunermend Elî Mensûr bi welatparêziya xwe û girêdana xwe bi civak û doza Kurd ve dihat naskirin. Ji ber straneke xwe ya neteweyî ji aliyê rejîma Baasê ve hat girtin. Tevî zextên rejîmê jî dest ji hunera xwe ya şoreşê berneda.

Cenazeyê hunermend Elî Mensûr dê li bajarê Amûdê bê veşartin.

(bb)

ANHA