Li Humsê kesekî dayika xwe qetil kir

Li bajarê Risten ê li bakurê Humsê kesekî dayika xwe qetil kir û piştî bûyerê reviya.

Li Humsê kesekî dayika xwe qetil kir
10 nîsan, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên hatine parvekirin, li bajarê Risten ê li bakurê Humsê kesê bi navê Taha Meşarîqa dayika xwe Semîra Ferzat El Exres qetil kir.

Hate diyarkirin ku Taha Meşarîqa piştî dayika xwe kuşt, ber bi cihekî nediyar ve reviyaye.

Aliyên têkildar der barê bûyerê de tu agahî nedane.

(bb)