Li Dera û Quneytîrayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê

Dewriyekeke leşkerî ya Îsraîlê ket gundewarên Quneytîrayê û li ser rêya di navbera avahiya parêzgariyê û bajarokê Semdaniyê de bendeke kontrolê danî, piştre ber bi Colanê ve vekişiya.

Li Dera û Quneytîrayê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê
10 nîsan, 2026   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR’ê, dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 2 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundewarên Quneytîrayê û li ser rêya di navbera avahiya parêzgariyê û bajarokê Semdaniyeyê de bendeke kontrolê danî.

SOHR'ê da zanîn ku leşkerên li benda kontrolê, şênî û erebe kontrol kirin, piştre ber bi Colanê ve vekişiya.

Li gorî SOHR'ê, duh êvarê jî dewriyeyeke hêzên Îsraîlê ji 2 erebeyên leşkerî pêk dihat, ket gundewarên rojavayê Derayê. Hate gotin, dewriye ji baregeha Ebû Xeysar a Colanê derket û ber bi derdora bajarokê Eyn Zeker ve bi rê ket.

(bb)