Hunermend Aram Tîgran li Qamişloyê hat bibîranîn

Şêniyên Qamişloyê salvegera 16`an a koça dawî ya hunermend Aram Tîgran bi bîr anîn.

8 tebax, 2025   23:01
QAMİŞLO

Bi boneya salvegera 16`an a koçkirina Hunermend Aram Tîgran, Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Yekîtiya Hunermendan îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li Qamilo çalakiyek li dar xistin.

Çalakî bi deqeyek rêzigirtinê dest pê kir, piştre endamê komîteya amadekar Ebdilmecîd Xelef derbarê jiyan û hunera hunermend Aram Tîgran de axivî. Xelef diyar kir ku mîrateya hunerî ya Aram Tîgran sînoran derbas kir û huner kir peyamek vegotina hêviyên gelan.

Endama Buroya Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermenî Guhar Xecadoriyan axivî û got "Di vê salvegerê de, em bi bîra xwe tînin ku çawa dê û bavê Aram Tîgran bi saya hevgirtina birayên me yên Kurd ji qirkirinê rizgar bûn. Hunermend di hevpeyvînên we de pir caran ev mijar gotiye."

Guhar Xecadoriyan wiha dewam kir, "Tîgran ji 55 salan zêdetir stranbêjî kiriye, berhemên ku azadî, aştî û edaletê vedibêjin pêşkêş kiriye. Piraniya stranên wî bi zimanê Kurdî bûn, digel zimanên Ermenî û yên din. "

Di çalakiyê de koma Botan û koma Ermenî, hunermend Sefqan Orkêş, Sonya Omrî, Eymen Xişno, û Rodî Ibrahîm stranên hunermend Aram Tîgran stran.

Hunermend Aram Tîgran hunermendekî Ermenî bû, piraniya stranên xwe bi Kurdî distrand. Ew li bajarê Qamişlo ji dayk bû, piştî ku malbata wî ji ber komkujiyên dewleta Osmanî ji bakurê Kurdistnaê koçber bûn.

(k)

ANHA