QSD: çekdaran li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihand ku li bajarokê El Cezrat ya devera El Kesira li gundewarê Dêrazora, çekdaran êrişî xaleke wan ya leşkerî kir.

QSD: çekdaran li Dêrazorê êrişî hêzên me kirin
8 tebax, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniykê ragihand ku li bajarokê El Cezrat çeteyan bi RPG’ê êrişî xaleke wan kirin.

QSD’ê diyar kir ku komeke çete piştî nîvro çemê firatê bi rêya qeykan derbas kir, êrişî xaleke wan li bajarokê El Cezirat kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku QSD’ê yekser bersiva êrişê da û şer derket, paşê çete bi rêya çem reviyan.

Li gorî daxwiyaniyê QSD’ê ji bo ewlehî û aramiya herêmê dest bi operasiyonekê li deverê kir.

Di dawiya daxwiyaniyê de Hêzên Sûriya Demokratîk piştrast kir ku ew ê rê nedin ti alî ku aramiya herêmê têk bibin û bersiva hemû êrişan bidin.

(ac)