ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 - 8 - 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 9 - 8 - 2025
9 tebax, 2025   02:00

Ereb û Kurdên li bajarê Hesekê bal kişandin li ser kûrahiya têkiliya di navbera her du gelan de û bang li hemû şêniyan kirin ku li hember hewldanên fitneyê û sorkirina mezhebî bi hev re têbikoşin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên ji bajarê Dêrikê diyar kir ku ew dixwazin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin û got felsefeya wî jêdera zanîn û azadiya jinan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Aheng û şahiyên civakî, boneyên kêfxweşî, hevdîtin û pîrozbahiyê ne, lê ji ber diyardeya teqandina guleyan bêsrûber, ev şahî gelek caran vediguherin şîn û xemgîniyê. Ji bo pêşîgirtina vê diyardeyê saziyên ewlekariyê û yên civakî ketin nava tevgerê. BI WÊNE Û DÎMEN

Ji ber guhertin û veguhertinên ku li Rojhilata Navîn çêdibin, dîsa ji berguhertina siyaseta global, zexta navneteweyî ya ji bo naskirina dewleta Filistînê dewam dike. Li gorî raporan, 145 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî dewleta Filistînê nas kiriye. Hin welatên din jî bi niyet in ku Filistînê nas bikin. BI WÊNE

Hevserokê saziya Pirkirina Tovan a kantona Reqayê, Salih Bozan pilansaziya pirkirina tov ya demsala çandiniyê eşkere kir.Bozan da zanîn ku dê ji bo çandina 40 hezar donime, tov bidin cotkaran. BI WÊNE Û DÎMEN

Hikumeta Lubnanê berî dawiya salê biryara kontrolkirina çekan di destê dewletê de da. Ev biryar wekî biryareke girîng hat dîtin. Şîrovekar Tariq Wehbî jî dît ku ev biryar nîşana guhartina bingehîn dide û ew ne tenê daxuyaniyeke siyasî ye. BI WÊNE

Şêniyên bajarê Tilhemîsê dê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Talib Salih El Mihemed li goristana şehîdan bispêre axê. (18:00) BI WÊNE Û DÎMEN