Bijîşkê ji Başûr hatî Rojava: Em hatine alîkariya xwişk û birayên xwe bikin

Bijîşk Raber Ebas ê bi 18 bijîşkan re ji Başûrê Kurdistanê hatiye Rojava diyar kir ku pêwîstiya xebatên tendirûstî li Rojava hene, Rojava jî Kurdistan e, ew hatine alîkariya xwişk û birayên xwe bikin.  

 Bijîşkê ji Başûr hatî Rojava: Em hatine alîkariya xwişk û birayên xwe bikin
2 sibat, 2026   11:30
QAMIŞLO

Duh (1’ê Sibatê) 19 bijîşk ji bajarê Silêmanî û Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê ji bo alîkariyê derbasî Rojava bûn. 

Yek ji wan bijîşkan Pisporê Cerahî yê Hestiyên Rû Bijîşk Raber Ebas e. Bijîşk Raber Ebas li ser hatina bijîşkan ji ajansa me re axivî. 

Bijîşk Raber Ebas got: “Em ji Başûr hatin, weke li ser ragihandinê jî diyare ku pirsgirêkek mezin di aliyê tendirûstî de heye. Rojava jî Kurdistan e, Qamişlo yan jî Silêmanî tevahî Kurdistan e. Em di aliyê pisporiyên cuda de hatin, li gel pisporên cerahî. Beriya wê me têkilî çêkirin ji bo di aliyê cerahî de li vir xebat bikin. Ji bo xebatên cerahî me hinek amûrên sivik li gel xwe anî. Ji bo em bikarin xizmeta xwişk û birayên xwe bikin.”

(bî-ke)

ANHA