HPG'ê Fermandar Ronahî Tendurek û gerîlayên pê re bi bîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û hevrêyên yên pê re Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen ku di 29’ê Çileya 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê Fermandar Ronahî Tendurek û gerîlayên pê re bi bîr anîn
7 kanûn 2023   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û gerîlayên YJA Starê Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan bi bîr anî.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Ronahî yek ji mîlîtanên pêşeng a xeta azadiyê jinê bû û fermandarek hêja bû. Di 26 salên di nava têkoşîna me ya azadiyê de gelek serketin bi dest xistin û weke xwediyê jiyaneke bi wate bi layiqî nûneriya nasnameya jina azad a ji aliyê Rêber Apo ve derket holê, kir. Bû fermandarek ku ji demên destpêkê yên artêşbûna jinê heta ku gerîlayên YJA Starê di şer de bûn pêşeng di her demê de bi sekna xwe ya bîrdozî û leşkerî ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û hemû hevrêyên wê li pey şopa wê dimeşiyan.

Hevrêyên me Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan jî weke hevrêyên hevrêya me Ronahî bi têkoşîna xwe ya bê hempa, bawerî û biryardariya xwe ya li ser xeta jina azad her tim bûn mîlîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê. Bi dilên xwe yên hezkiriyê azadiyê, jiyana ku xeta desthilatdariya mêr ferz dike red kirin û di nava refên azadiyê de ber bi jiyana azad ve ketin rê. Hevrêyên me Ronahî, Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan bûn mînaka herî şênber a jina Kurd a ku azad dibe.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Ronahî, Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin heta ku xeyala ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ a hevrêyên xwe pêk tînin, em ê doza xwe ya azadiyê bi rengekî bê hempa bidomînin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me şehîd, bi vî rengî ne:

Nasnav: Ronahî Tendurek

Nav û Paşnav: Şukran Çîftçî

Cihê Jidayikbûnê: Agirî

Navê Dayik – Bav: Zerîf – Mûsa

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Pervîn Viyan

Nav û Paşnav: Roya Tendurist

Cihê Jidayikbûnê: Urmiye

Navê Dayik – Bav: Gulçîn – Halîs

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Derya Denîz

Nav û Paşnav: Jiyan Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Şemsî – Fikret

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Dîlan Cûdî

Nav û Paşnav: Canan Tatli

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Taybet – Îbrahîm

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Rewşen Ekîn Zagros

Nav û Paşnav: Sila Akyuz

Cihê Jidayikbûnê: Edene

Navê Dayik – Bav: Hanîfe – Alî

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Destan Denîz

Nav û Paşnav: Kader Akkaya

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Nuriye – Yilmaz

Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

BERIYA HER XEBATÊ DI FERMANDARIYA JINÊ DE BÛ XWEDÎ ÎDÎA

Agirî bi berxwedanên xwe û bi israra xwe li dijî hemû komkujiyên dewleta Tirk a qirker, Kurdê azad diparast. Hevrêya me Ronahî li vî bajarî ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê girêdayî çanda qedîm a Serhedê û exlaqê civakî bû, hevrêya me Ronahî jî bi van nirxan mezin bû. Lewma ji aliyê malbata xwe û derdora xwe ve hate hezkirin û nirx jê re hate dayîn. Dema ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li qada Serhedê bi bandor bû, hevrêya me Ronahî jî gerîla nas kir. Hevrêya me Ronahî derfet dît ku koma destpêkê ya gerîlayên li qada Serhedê bibîne. Ji sekin û çeka gerîla bandor bû. Her wiha bandor bû ku gerîla ji bo azadiya gelê me hemû xeteriyan digire ber çav û bi fedakarî şer dike. Lewma li hemberî gerîla bû xwedî dilsoziyeke hestiyarî. Di heman demê de hevrêya me mîna her kesekî ku li Kurdistanê dijî, rastiya dijmin fêm kir û bi vî rengî mezin bû. Ti carî hebûna dijmin a li Kurdistanê rewa nedît. Hevrêya me Ronahî fêm dikir ku divê li dijî zext û heqaretên dijmin ên li ser gelê me, têbikoşe. Zanî ku ev jî encex di nava refên gerîla de pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêya me biryar da ku sala 1992’an tevlî nava refên gerîla bibe û ji qada Serhedê ku lê ji dayik bûbû, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Ronahî cara destpêkê gerîlatiya Kurdistanê tenê weke hêzeke ji bo azadiya gelê me şer dike nirxand, lê di demeke kurt de fêm kir ku gerîla di heman demê de tevgereke azadiyê, guherîn û veguherînê ye. Hevrêya me fêm kir ku têkoşîna gerîla ya destpêkê li dijî kesayeta Kurd û hevkariyê ye, li ser vî bingehî kete nava lêhêrbûnan. Di vê pêvajoyê de hevrêya me Ronahî bi taybetî ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla û nirxê ku dide mirov bandor bû. Ji bo bi rengekî rast ji vê yekê re bibe bersiv, hîn zêdetir kete nava hewldanan. Hevrêya me derfet dît ku rastiya Rêber Apo nas bike û bi taybetî ji perspektîfên Rêbertî yên derbarê azadiya jinê pir bandor bû. Hevrêya me Ronahî di pêvajoya ku artêşbûna jinê nû dihat rojevê û li hin qadan hewldanên pratîkî hebû de, tevlî nava refên gerîla bû; tevlîbûna di pêvajoyeke bi vî rengî de ji bo hevrêya me şansek bû. Jinê bi nasnameya xwe ya xweser bêyî ku xwe bispêre cihek cuda, tenê hêza xwe ya cewher esas girt û ji bo azadiyê têkoşiya. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Ronahî hîn zêdetir ji xwe bawer bibe. Hevrêya me bi vê bawerî û biryardariyê sala 1996’an li qada Serhedê ma û li vir tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin, bû. Rastiya jinê ya ku timî di civakê de nebes tê dîtin û di statuya koletiyê de tê hiştin, ji kesayeta xwe derxist û li dijî dewletê çek hilda û şer kir. Hevrêya me Ronahî bi vê taybetmendiya xwe bû mîlîtaneke Apoyî ya mînak. Hevrêya me Ronahî dizanî ku ev guhertina girîng a di kesayeta xwe de ava kirî bê guman bi saya bîrdoziya Apoyî ye. Bi vê zanebûnê tev geriya û ji bo ku xwe hîn zêdetir pêş bixe, timî têdikoşiya.

BI FEDAKARÎ Û ÎRADEYEKE XURT TÊKOŞÎNA XWE DOMAND

Hevrêya me Ronahî sala 1996’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li qada Zapê xebatên xwe domand. Sala piştî wê li dijî êrîşên dijmin, di çeperê herî pêş de bi saya tecrubeyên xwe yên şer di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin de cih girt. Hevrêya me di heman demê de kir ku hevrêyên wê yên bêyî tecrubeya şer jî, bibin xwedî tecrube. Tevî ku di pêvajoya şer de birîndar bû, bi îradeyeke xurt têkoşîna xwe domand. Hevrêya me Ronahî bi saya kêrhatinên xwe yên pratîkî, hema bibêje di her xebatê de li pêş bû û ji bo fermandariya jinê jî bû mîlîtaneke bi îdîa. Hevrêya me ji xeynî serketinên xwe yên di qada leşkerî de bi afirêneriya xwe ya di xebatên pratîk de bû fermandar. Dizanî ku fermandariya di nava PKK’ê de hîn zêdetir fedakarî û têkoşîn kirin e û li gorî vê yekê tev geriya. Fêm dikir ku li dijî pêvajoya şer divê di her warî de bibe bersiv û esas girt ku xwe di bîrdoziya Apoyî de bike pispor.

HEVRÊYÊN XWE YÊN JIN DI WARÊ LEŞKERÎ DE KIR PISPOR

Hevrêya me Ronahî dizanî ku bi taybetî di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêbertiya me de weke şoreşgerekê wezîfe û berpirsyariyên wê hîn girantir bûne. Ji bo ku li dijî komployê bibe bersiv, bû xwedî tevlîbûneke dirûst û fedakar. Hevrêya me di destpêka salên 2000’î de li dijî hewldanên ji hundir ve tasfiyekirina Tevgera me bi hestiyar bû û bi dilsoziya li ser xeta Rêber Apo û şehîdan li dijî vê pêvajoyê sekinî û sekna xwe ya mîlîtaniyê parast. Piştî ku hewldana tasfiyekirinê hate têkbirin û li ser xeta Apoyî zelalbûn çêbû, hevrêya me Ronahî bi taybetî esas girt ku li dora parêznameyên Rêbertiya me xwe perwerde bike û ji bo ku paradîgmaya Rêbertî ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê fêm bike û li gorî vê kesayetê ava bike, kete nava hewldanan û kedeke mezin da. Hevrêya me di vî warî de veguherînên girîng di kesayeta xwe de ava kir û ji bo hîn zêdetir mezinkirina têkoşîna me ya azadiyê, car din berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêya me derbasî qada Serhedê bû ku li wir dest bi gerîlatiyê kiribû. Di heman demê de li Serhedê pêşengî ji gerîlatiya jinê re jî kir. Di navbera salên 2007-2009’an de li qada Serhedê weke fermandareke YJA Starê wezîfe û berpisyarî girt ser xwe û bi vê zanebûnê tev geriya. Di vî warî de ji bo gerîlatiya jinê ked da. Hevrêya me Ronahî piştre car din vegerî Herêmên Parastinê yên Medyayê û di akademiyên Hakî Karer û PAJK’ê de perwerde dît. Hevrêya me bi perwerdeyên ku dîtî, xwe di hunera fermandariyê û xeta azadiya jinê de kûr kir û weke fermandareke YJA Starê wezîfeyên girîng girt ser xwe. Bi taybetî bi wezîfeya ku li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda girt ser xwe, ji bo hevrêyên wê di warê leşkerî de bibin pispor bû xwedî kedeke mezin. Şervanên azadiya jinê li dijî êrîşên DAÎŞ’ê û her êrîşên ku li dijî gelê me hatine kirin, bi performanseke bilind û ruheke fedayî şer kirin. Di sekna van şervanan de para perwerdeyên ku ji aliyê hevrêya me Ronahî ve hatine dayîn, gelek bû. Hevrêya me demeke dirêj di van xebatan de cih digire û bi perwerdeya bi sedan gerîlayên jin re eleqeder bû. Bi vî rengî hem wezîfeyên xwe yên hevrêtiyê bi cih anî, hem jî weke fermandarekê bi nêzîkatiyên xwe yên pêşbîniyê kir ku şerê me azadiyê pêş bikeve.

DI ŞER DE YEK JI MÎNAKÊN HERÎ GIRÎNG A ÎRADEYA JINÊ

Hevrêya me piştre derbasî herêma Xakurkê dibe û li vir weke endama fermandariya eyaletê tevlî xebatan dibe. Bi taybetî piştî sala 2015’an li dijî êrîşên dijmin, ji bo avakirina çeperê berxwedanê ked da. Hem bi hevrêtiya xwe ya xurt hem jî bi pisporiya xwe ya di taktîkên gerîla de hêz, moral û bawerî da hevrêyên xwe yên ku pê re têdikoşe û kir ku performansa berxwedaneke girîng derkeve holê. Hevrêya me Ronahî li herêma Xakurkê di pêvajoya amadekarî û plankirina gelek çalakiyên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker hatin pêkanîn de cih girt, her qonaxeke çalakiyan şopand û ji bo serketinê rol lîst.

Hevrêya me Ronahî di şer de yek ji mînakên herî girîng a îradeya jinê bû û yek ji fermandarên pêşeng a gerîlatiya demê nû bû. Bi sekna xwe ya li ser xeta azadiya jinê û nirxên ku di têkoşîna me ya azadiyê de afirandî, wê timî ji aliyê gel û Tevgera me ve were bîranîn. Em soza xwe car din dubare dikin ku em ê hîn zêdetir têbikoşin û bîranîna hevrê Ronahî bidin jiyîn. Em ê teqez xeyalên wê pêk bînin.

BI ZANEBÛNA JINA AZAD Û TÊKOŞÎNÊ BÛ ÎLHAM

Hevrêya me Pervîn li bajarê Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke ji eşîra Şikakî de ku girêdayî nirxên xwe yên civakî ye û taybetmendiyên wê yên Kurdîtiyê xurt in, ji dayik bû. Li hemberî rastiyên ku li cihê lê mezin bûyî û pêş ketî, timî bû xwedî sekin. Bû dilsozê mîrateya berxwedanê ya ku bi serhildanên xwe bi tîpên zêrîn derbasî dîrokê kirin û bû şopdarê vê kevneşopiyê. Bi serhildêrî û baweriya xwe ya di jiyanê de timî lêgerîn dikir ku bersiva nakokiyên xwe bibîne. Asta fêmkirin û têgihiştinê ya hevrêya me Pervîn pêş ket û xwest ku li dijî sîstema heyî bibe xwedî sekneke radîkal.

Ji gelek deverên li derdora xwe û ji çapemeniyê şahidî ji axaftinên derbarê Tevgera Azadiyê Kurdistanê re kir û eleqeya wê ya bi Tevgera me re destpê kir. 9’ê Mijdara 2010’an Ferzad Kemanger, Şirîn Elemhulî û 3 şoreşgerên din ji aliyê rejîma Îranê ve bi îdamê hatin şehîdkirin. Vê yekê hevrêya me Pervîn pir bandor kir. Bi vî rengî mirin li gelê Kurd hatibû ferzkirin û jê re rewa dihat dîtin. Ev yek bû sedem ku hevrêya me bikeve nava lêgerînan. Sempatiya hevrêya me ya li hemberî Rêber Apo û partiya me PKK’ê pêş ket. Berxwedan û nirxandinên partiya me PKK’ê ji hîn nêztir şopand. Hevrêya me bawer dikir ku wê bersiva lêgerînên xwe li vir bibîne û bû sempatîzaneke PKK’ê. Hevrêya me Pervîn gihişt asteke têgihiştinê ya diyar û bi vî wesîleyê biryar da ku tevlî nava refên partiya me PKK’ê bibe.

Hevrêya me 9’ê Cotmeha 2012’an tevlî nava refên PKK’ê dibe û li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ku di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd û mirovahiyê hate kirin, bû bersiv. Bi vê zanebûn û biryardariyê êdî weke mîlîtaneke PKK’ê û şervaneke azad a YJA Starê bi rengekî çalak di nava refên gerîla de cihê xwe girt. Hevrêya me perwerdeya gerîlatiyê ya esas li herêma Xakurkê dît û bilez fêrî şert û mercên gerîla û çiyê bû. Bi kelecan, kêfxweşî û xeyalên mezin beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me digot ku di şert û mercên çiyayê azad de ji nû ve ji dayik bû, di kesayeta xwe de guhertinên girîng afirand û tevlî jiyana heyî bû. Hevrêya me Pervîn perwerdeya xwe ya gerîlatiyê ya bingehîn bi rengekî serketî qedand û di xebatên pratîkî de cih girt. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bû xwedî tevlîbûneke çalak. Hevrêya me bi zanebûneke kûr û dilsoziyê xwedî li wezîfe û berpirsyariyên xwe derket. Li hemberî zehmetiyan bû xwedî kesayeteke têkoşer. Li qada Şehîd Bêrîtan a herêma Xakurkê bi rengekî çalak di nava xebatan de cih girt û ji xwe re esas girt ku li ser xeta Bêrîtanan bimeşe. Piştî pratîkek serketî ji bo hîn çalaktir tevlî pêvajoyê bibe, li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî beşdarî perwerdeyê bû. Hem di warê leşkerî, hem jî bîrdozî de perwerde dît û bi van perwerdeyan kete nava hewldanan ku nebesiyên li pêşiya şoreşgeriya serketî derbas bike. Hevrêya me têkildarî çekan dibe xwedî tecrubeyeke diyar û bi vê yekê re jî esas girt ku xwe di bîrdozî û felsefeya Rêber Apo de kûr bike.

Hevrêya me bi awayekî çalak perwerdeya xwe bi serketî temam kir û piştre bi awayekî aktîf li qada Ermûş a Şemzînanê tevlî xebatan bû. Hevrêya me gotina Serok Apo ya; ‘Em dê ne weke berê bijîn û ne jî weke berê şer bikin’  esas girt û li gorî vê esasê xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derket. Di amadekariya bi dehan çalakiyan de li qadê cih girt û li hemberî dijmin bû şervaneke tolhildêr. Di jiyan û pratîkê de tim bi awayekî hesas nêzî hevrêyên xwe dibû. Li hemberî gotina Rêber Apo ya ‘hevrêtiya kêm û dostaniya sixte’ xwedî sekneke diyar bû. Di bîrdozî û têkoşîna rizgarbûna jinê de xwe bi pêş ve bir û  li dijî nêrîna paşverû û serdest a mêran li ber xwe da û di vê qadê de jî helwesteke diyar nîşan da.Bi zihniyeta jina azad û têkoşîna wê xwe pêş xist û gihişt asteke wisa ku îlham dida hemû jinan. Hevrê Pervîn bi baweriyeke zêde û bi ruhekî xwebexş ê Apoyî li hemberî zehmetiyan û dijmin têkoşiya. Di çalakiyên şoreşgerî yên ku li Şemzînanê di çarçoveya Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku derbên giran li dewleta Tirk dan, ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne, kedeke bêhempa nîşan da. Timî li gorî esasên vê hişmendî û biryardariyê jiya. Bi hişmendiya jina azad a bîrdozî û paradîgmaya Apoyî, li her qadên jiyanê helwesta jina azad nîşan da. Hevrêya me Pervîn ji destpêka tevlîbûna têkoşînê xwedî li hemû wezîfe û berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya şêwaz û tempoya Apoyî de derket û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşîneke bêhempa nîşan da û bêyî teredut ber bi şehadetê ve meşiya.

JÎR, GIHÎŞTÎ Û DESTSIVIK BÛ

Hevrêya me Derya li navçeya Geverê ya Colemêrê hat dinê. Di malbatek ku xwedî nirxên civakî bû de mezin bû. Di temena xwe ya biçûk de meraqa wê li hemberî têkoşîna Azadiya Kurdistan ku bi tevgera me PKK’ê re derket asta herî jor, pêş ket. Bi Şerê Gel ê Şoreşgerî re ku li Kurdistanê pêş ket, li gelek herêmên Kurdistanê bi taybetî jî li Colemêrgê çalakiyên gerîla destpê kirin. Şehadetên ku di van operasyon û çalakiyan de pêk hatin, gelê me bi serhildanan xwedî lê derketin. Hevrêya me Derya ku di vê pêvajoyê de dibistan dixwend, vê pêşketinê bi baldarî û ji nêz ve şopand. Dewleta Tirk a mêtinger ku hewl dida berxwedanên li ser xaka Kurdistanê bi komkujî û qirkirinan bitebisîne, bi êrîşên ku pêk anîne êşeke mezin bi gelê me daye jiyîn. Dewleta Tirk a mêtinger, qirker di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskî di êrîşa hewayî de 34 mirovên me yên ku hêj di ewilê emrê xwe de bûn, bi awayekî hovane qetil kir. Rejîma şerê taybet ku pêşî ev êrîş ji raya giştî veşart û piştre bi awayekî muxlaq servîs kir, bi vî rengî xwest vê qirkirinê binixumîne. Hevrêya me Derya ku di pêvajoyek wiha giran de bandor bû, di wê baweriyê de bû ku divê li dijî komkujî û êrîşên qirkirinê bêdeng nemîne. Hevrêya me ya ku bi awayekî wijdanî û mirovî lêpirsînek jiya û astek a zanebûnê pê re pêş ket, dest bi lêgerîna rêyên têkoşînê yên radîkaltir û dijwartir kir. Hevrêya me biryar da ku têkoşîna xwe ya heyî weke jinekê derxe asta herî jor û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me ya ku li herêma Geverê tevlî nava refên gerîla bû, li çiyayên serhildêr û bi heybet ên Zagrosan weke mîlîtaneke PAJK’ê û bi nasnameya jina azad a YJA Starê, bi vekirina rûpeleke nû dest bi têkoşînê kir. Perwerdehiya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê li herêma Xakurkê qedand. Hevrêya me Derya di demeke kurt de bi sekna xwe ya jîr, gihîştî û destsivik zû karî adapteyî jiyana gerîla bibe. Hevrêya me ya ku li hemberî sîstema modernîteya kapîtalîst xwedî hêrsek mezin bû, li çiyayan ku xwedî derfeta azad jiyankirinê bi dest xist, xwe wekî ku ji nû ve ji dayik bûye hîs kir. Hevrêya me Derya ku bi tevlîbûna xwe hewl da xwe bigihîne astekê ku bikaribe ji rastiya Rêber Apo û şehîdan re bibe bersiv, dixwest ku bi paradîgmaya ekolojîk û azadîparêziya jinê her tim xwe û hevrêyên xwe perwerde bike û bibe bersiv. Ji bo ku li dijî feraseta jinê ya kole ya ji aliyê sîstemê ve hatine ferzkirin derbas bike û kesayeta jina azad di şexsê xwe de ava bike, bû xwedî têkoşînek bêhempa.

Piştî pratîkek dijwar û bênavber ku li ser xeta PAJK'ê û nasnameya jina azad a YJA STAR'ê ku pêwîstî bi îradeyek mezin hebû, beşdarî dewreya perwerdeyê ya li Xakurkê bû. Li dibistana operasyonan a Şehîd Rojîn Gewda tevî hevrêyên xwe perwerdehiyên bîrdozî û leşkerî dît û xwe di xeta jina azad de kûr kir. Li dijî feraseta paşverû ya jiyanê ku sîstemê ferz dike, bi taybetî jî nêzîkatiyên ku keda jinê ji nedîtî ve tê, bi zanebûn û tecrûbeya ku bi dest xistî pêş ket û bû xwedî sekna jina azad. Ji bo pêkanîna pratîkeke layiqî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd, ti carî ji xeta têkoşînê ya Apoyî tawîz neda û di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de girîngiyek mezin da rexne û rexnedayînê. Gelek fermandarên hêja yên weke Şehîd Delal Amed nas kir û van fermandarên pêşeng ji xwe re mînak girt. Ji bo ku Rêber Apo rast fam bike, her tim dixwend û ji bo têgihiştinê kedek mezin da. Di têkiliyên xwe yên hevrêtiyê de her tim xwe berpirsyarê pêşketina hevrêyên xwe didît. Ji bo her dem û her cihî amade bû ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di nivîseke xwe de, îdîa û biryardariya xwe bi van gotinan aniye ziman; “Armanca min a sereke, xwe pêşxistin û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Ez di her alî de pêşketin ji bo xwe esas digirim. Ez ê weke jin li ser esasê perspektîf û rêgezên Rêbertî xwe bigihînim xeta jina azad û mîlîtana azad. Dema ku ez li ser van esasan bimeşim, tenê ez ê felsefe û bîrdoziya Rêbertî esas bigirim. Ez dixwazim xwe bigihînim kesayet û sekna ku Rêbertî û rêxistin dixwaze û hinekî jî be dixwazim barê Rêbertî hilgirim ser milê xwe. Ez vê yekê weke erk û berpirsyariyeke mezin ji bo xwe weke jinekê dibînim. Ez dizanim ku ji bo vê ked û hewldanek mezin hewce dike. Çi divê were kirin, ez ê ji têrkerî zêdetir bikim. Ez soz didim."

Hevrêya me Derya ku xwedî hedef û armancên mezin bû, ji roja ku tevlî bû û heta şehîd bû, ti carî tawîz ji taybetmendiyên xwe yên mîlîtaniya Apoyî neda û di vê oxirê de tevlîbûnek bê hesab pêk anî. Em soz didin ku ala ku hevrêya me Derya ku di êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû dewrî me kiriye, li Kurdistana azad bi Rêbertiya azad tacîdar bikin û bigihînin serkeftinê.

HER TIM LI SER ARMANCA XWE YA RÊBERTIYA AZAD Û KURDISTANA AZAD MEŞIYA

Hevrêya me Dîlan di nava malbat û derdoreke ku taybetmendiyên welatparêziyê lê xurt bû de, ji dayik bû. Hevrêya me ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê mezin bû, di şexsê xwe de kesayetiya gelê berxwedêr afirand. Ji hewirdora xwe çîroka berxwedanê yên jinên leheng ên weke Bîşeng Anik ku çawa li dijî zîhniyeta faşîzmê li ber xwe dane, guhdarî kir. Gelê Botanê ku tevgera me bi dil û can hembêz kir, bi awayekî çalak beşdarî berxwedana li dijî dijmin bû. Bi hezaran jin û ewladên wan ên tevlî nava refên gerîla bûn, bûn xwedî sekn û helwesteke layiqî mîrateya wan a berxwedanê. Hevrêya me Dîlan ku di nav derdoreke wiha de mezin bû, di temenê xwe yê biçûk de rastiya PKK’ê fêm kir. Li gel kevneşopiya berxwedanê, dît ku dijmin bi polîtîkayên qirkirin û îmhayê çiqas hovane êrîş dike. Xeyala hevrêya me Dîlan ew bû ku rojekê derkeve ser çiyayên azad, bibe layiqî vê kevneşopiya berxwedanê û li dijî êrîşên hovane yên dijmin bibe bersiv. Dema gihişt astekê wate û hişmendiyeke diyar, anî ziman ku dem hatiye li pey xeyala xwe bikeve û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêya me Dîlan ku xeyal û armancên xwe dişopand, êdî weke mîlîtaneke YJA Starê cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt. Hevrêya me ya ku li qada Garê perwerdehiya bingehîn a gerîla bi serkeftî qedand, di jiyana gerîla de bû xwedî tevlîbûneke bi coş û kelecan. Bi perwerdeya partî ya ku dît re, xwe û rastiya Kurdistanê baştir fêhm kir û xwe gihand hişmendiyeke dîrokî. Weke jinek xwedî ruhê azad, ruhê berxwedanê ya PKK’ê hembêz kir û têkoşînek bêhempa di xeta Rêbere Apo û şehîdan de meşand. Bi derbasbûna demê re asta hişmendî û pêşketina ku di xwe de afirandibû derdiket holê û her tim tevlîbûnek çalaktir ji bo xwe esas digirt. Hevrêya me Dîlan ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku pêk dihatin xwedî helwestek xurt bû, berê xwe da herêma Xakurkê ya ku berxwedana çalak lê dewam dike û di nava xebatên pratîk de cihê xwe girt. Bi ruh û îradeya Apoyî bersiv da êrîşên dijmin û li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin di xeta Bêrîtan û Zîlan de li ber xwe da.

Di nava jiyanê de bi nêzîkatiya xwe ya dilnizim û zelal bû mîlîtanekî ku hemû hevrêyên wê ji xwe re mînak bigirin. Weke mîlîtaneke azad a YJA Starê xwe bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo perwerde kir û di şexsê xwe de jiyana azad gav bi gav ava kir. Bi têkoşîna li dijî zihniyeta paşverû, kevneşopî û serdest a mêr a ji aliyê pergalê ve hatiye ferzkirin, nasnameya jina azad di kesayeta xwe de derxistiye holê. Hevrêya me Dîlan ji dema beşdarî nava refên gerîla bû û heta şehadeta xwe ti carî ji armanc û hedefên xwe ya “Rêbertiya azad, Kurdistana azad” derneket. Li dijî êrîşên dijmin ên qirkirin û îmhayê, yekser kariye bi awayekî serkeftî bersiv bide. Hevrêya me ku weke mîlîtanek YJA Starê xwe di bîrdoziya Apoyî de kûr kir û bû xwedî meşek bi biryar, li herêma Xakurkê li dijî êrîşên dijmin heta şehadeta xwe tawîz ji sekna xwe ya jina azad neda.

LI WARÊ BÊRÎTANAN MÎNA BÊRÎTANAN JIYA

Hevrêya me Rewşen li navçeya Cizîra Şirnexê di nava malbatek welatparêz de hat dinê. Di encama polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger û qirker ên li ser Kurdistanê ya tunekirina Kurdan û asîmîlasyonê de, neçar ma tevî malbata xwe koçî Edeneyê bike. Hevrêya me ya ku li Edeneyê mezin bû, karî nirxên welatparêziyê biparêze. Sîstema hov a modernîteya kapîtalîst bi rengekî bêrehm êrîşî hemû nirxên madî û manewî yên mirovahiyê dike. Hevrêya me Rewşen ku di nava sîstemeke bi vî rengî de ji welatê xwe dûr mezin bû, li dijî vê sîstemê û şêwayê jiyanê ya ku dihate ferzkirin her tim di nava têkoşînê de bû. Çirûska azadiyê ya di kûrahiya dilê hevrêya me de, hişt ku bikeve nava lêgerînan. Di sîstemeke ku hema hema her tişt ji wateya wê dihate dûrxistin û têkilî li ser berjewendiyên takekesî pêş diket de, lêgerîna jiyanek bi wate û azad ku bersiva lêgerîna wê bide destpê kir. Ji ber ku hevrêya me Rewşen bi çanda welatparêziyê ya ji malbat û hawirdorê wergirtî mezin bû, hem rastiya Komara Tirk a qirker nas kir, hem jî li ser bingeha hişmendiyê lêgerînên xwe lêhûr bû. Hevrêya me Rewşen li dijî têgihiştinên paşverû yên zîhniyeta serdest a mêr, komkujiya jinan û zilma Komara Tirk a faşîst xwedî hêrsek mezin bû û li dijî vê yekê kete nava lêgerîna têkoşînek bi encam. Hevrêya me Rewşen ku li ser van rastiyan lêgerîna xwe bi awayekî çalak berdewam kir, hînê jiyana azad a ku PKK’ê di oxira wê de bi fedayî şer dike bû. Sekna bi biryar a hevrêya me di lêgerînan de û hemû pêşketinên ku rû dan bû wesîle ku hevrêya me biryara tevlîbûnê bide.

Hevrêya me Rewşen bi baweriyek mezin û eşqa azadiyê berê xwe da nava refên gerîla. Ji Stenbolê ket rê, li hemberî astengî û zehmetiyên bi sebir û bi biryardarî têkoşiya. Li pey xeyalên xwe çû û xwe gihand çiyayên azad. Kelecanek mezin ket dilê hevrêya me Rewşen a ku ji eyaleta Amedê beşdarî refên gerîla bû û her tim bi coş beşdarî nava jiyana gerîla bû. Hevrêya me ku li Amedê perwerdehiya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê bi dawî kir, li ser perwerdehiyên bîrdozî û leşkerî lêhûrbûn kir û xwe kûr kir. Hevrêya me ya ku di nava refên PKK’ê de hînê bîrdozî û felsefeya Rêber Apo bû, ji nû ve xwe gihand wateya hebûnê. Ji bo ku di paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadîparêz a jinê de hîn bêhtir kûr bibe û bi pratîk bike kedek mezin raber kir. Hevrêya me demekê li eyaleta Amedê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêya me ku li herêma Xakurkê perwerdeyeke berfireh a gerîlatiyê dît, li heman herêmê cihê xwe di nava xebatên pratîkî de girt. Bi zanebûna nirxê her nefesa ku dixe dilê xwe, ku bi eşqa Kurdistana azad re tejî bû, di rêya azadiyê de gavên hîn bi biryartir avêtin. Bi kesayeta xwe ya têkoşer û hezkirin û hurmeta mezin a li hemberî hevrêyên xwe, di nava hevrêyên xwe de bû mîlîtanek bi nirx û di demeke kurt de mîna gerîlayek jin pêşketinên mezin bi dest xist. Bi jêhatiya xwe ya di qada pratîkê de û bi zekaya xwe ya pratîkî karî li hemberî pirsgirêkan bibe hêza çareseriyê. Ji bo li dijî êrîşên dewleta Tirk a mêginger û qirker bibe bersiv û di bîrdozî û felsefeya Apoyî de xwe kûr bike, tevî hevrêyên xwe yên jin beşdarî perwerdeya Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda bû. Di qada perwerdehiyê de li ser bingeha bîrdoziya azadiya jin a Rêber Apo de, di serî de di qada leşkerî de bi dîtina perwerdeyek berfireh, xwe gihand astek a zanebûnê û seknek bi vîn. Weke mîlîtaneke PAJK'ê û şervaneke YJA Starê ji bo naskirina kesayetiya xwe û hêza jinê û bi erk û berpirsyariyên xwe rabe gelekî hewl da. Hevrêya me Rewşen ku bi sekneke layiqî rastiya Rêbertî û şehîdan erk û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî, bi vê tevlîbûn û sekna xwe ji hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêya me ku bi tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê re guhertin û veguherîneke mezin di kesayeta xwe de ava kir, bi baweriyeke mezin a li hemberî mekanîzmaya rexne û rexnedayînê xeta têkoşîna rêxistinî esas girt û şerê zayendî û çînî bi awayekî xurt meşand û di jiyana xwe de bû xwedî sekneke mîlîtanî. Hevrêya me ya ku ji bo têgihiştin û naskirina Rêber Apo di nava lêgerîneke berdewam de bû, hewl da ku bi Rêber Apo re bingehên hevrêtiya rast ava bike. Weke mîlîtaneke YJA Starê ku xwe berpirsyarê her kêliya jiyana azad didît, bi hişmendiya şoreşgerî xwedî li erkên xwe derket.

Hevrêya me Rewşen ku li qada Xakurkê pratîkeke serkeftî meşand, bersiv da êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker, li warê Bêrîtanan mîna Bêrîtanan jiya û bi coş û kêfxweşiyeke mezin tevlî jiyanê bû. Ji roja destpêkê ya tevlîbûna nava refên gerîla û heta kêliya gihişt şehadetê, di her kêliya jiyana xwe de ji bo bibe xwedî pratîkek layiqî şehîdan û gel bê navber têkoşiya. Em soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêya me Rewşen ku li qada Xakurkê di êrîşa dijmin de şehîd bû dewrî me kiriye, bi serketinê tacîdar bikin.

ARMANCA WÊ XWE GIHANDINA KESAYETA JINA AZAD BÛ

Hevrêya me Destan li navçeya Qelqelî ya Wanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me Destan 8 salan li dibistanên sîstemê xwend, karî nirxên Kurdewarî ên ku di şexsê xwe de hebûn bi rengekî sade biparêze. Di temenek biçûk de dest bi lêpirsîna polîtîkayên asîmîlasyonê yên ji aliyê sîstemê ve tên ferzkirin kir. Ji ber hevrêya me bi zimanê dayikê perwerde nedît, ev yek bû destpêka sedema lêpirsîna pergala asîmîlasyonê. Hevrêya me ya ku li hemberî hînbûnên jiyanê yên di dibistanên sîstemê de hatin ferzkirin xwedî hêrs bû, van ferzkirinên li ser jiyanê qebûl nedikir û bi demê re rastiya dijmin baştir derxist zanebûnê. Bi vê hişmendiyê hevrêya me gihîşt rastiya ku wê bi tevlîbûna nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bersiva lêgerîna xwe bibîne.

Hevrêya me ya ku li qada Xakurkê perwerdeya xwe ya yekem a gerîlatiyê dît, weke mîlîtaneke jêhatî ya YJA Starê bi gavên ji xwe bawer meşiya, zû hînê jiyana gerîlatiyê bû û bû xwedî tevlîbûnek çalak. Piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li vir, ji bo bersiveke bi bandor bide êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, beşdarî pêvajoya perwerdeya leşkerî û bîrdozî ya li Dibistana Operasyonê ya Şehîd Rojîn Gewda bû. Hevrêya me Destan ku li vir di mijarên bîrdozî û leşkerî de kûrbûnek jiya, hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de xwe gihandiye asteke xurt. Bi bîrdoziya azadiya jinê armanc dikir ku xwe bi xurtî perwerde bike û ji her alî ve xwe ji nû ve biafirîne, xwe bigihîne kesayeta jina azad. Bi vê daxwaz û dilxwaziyê roj bi roj xebatên xwe mezin kir û di jiyana xwe ya şoreşgerî de gelek serkeftin pêk anî.

Hevrêya me Destan xwe li hemberî jiyana partiya me ku bi keda bêhempa ya şehîdan hate avakirin gelekî berpirsyar didît. Bi vê taybetmendiya xwe bû mîlîtaneke YJA Starê ya layiqî rêgez û pîvanên mîlîtaniya Apoyî. Bi qasî ku hewl da xwe pêş bixe û jîr bike, ewqas jî hewl da ku hevrêyên xwe pêş bixe. Hevrêya me Destan piştî ku ji akademiya jinê ya xweser weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê mezûn bû, cihê xwe di nava xebatên li herêma Xakurkê de girt. Hevrêya me Destan ku şopdariya xeta şehîd Bêrîtan ji bo xwe kiribû pîvan, di jiyan û şer de bû şopdara herî xurt a hevrê Sara û Bêrîtan.

Hevrêya me ya ku li ser esasê xwe di rastiya Rêber Apo û şehîdan de kûr bike tev geriya, di asta mîlîtaniyê de ku her tim ji xwe pirsên çawa bijî û çawa beşdar bibe dikir û hewl da li ser esasê qezenckirina serkeftinê tevlîbûn pêk bîne. Bi pratîka xwe ya serkeftî ya li Xakurkê, di amadekirina gelek çalakiyên ku li herêmê hatin lidarxistin de cih girt. Hevrêya me Destan bi ked û fedekariya xwe bû xwediyê seknek ku ji aliyê hevrêyên wê ve bê hezkirin û mînak girtin.

Hevrêya me Destan ku ji tevlîbûna xwe heta kêliya gihişt şehadetê bû xwedî seknek layiqî pîvanên azadiyê, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a qirker heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da û gihîşt şehadetê. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bîranînên hevrêya xwe Destan û hemû hevrêyên xwe yên şehîd bi serketinê tacîdar bikin û armanc û xeyala wê ya herî mezin a Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin."