Piştî vegera Pûtîn ji Îmarat û Siûdiye Raîsî diçe Moskovê

Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî bi awayekî fermi serdana Moskovê dike

Piştî vegera Pûtîn ji Îmarat û Siûdiye Raîsî diçe Moskovê
7 kanûn, 2023   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor vexwendaneya serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, serokê Îranê Îbrahîm Raîsî tevî şandeyeke siyasî û aborî serdana Moskovê dike.

Piştî ku Pûtîn ji Îmarat û Siûdiye vegerî, Raîsî diçe Moskovê. Li go ajansa nûçeyan a Îranê Îrna, danûstandinên dualî, hevkariya aborî, dansûtandinên têkildarî herêmî û navneteweyî, doza Filistînê û geşedanên li Xezayê rojeva serdanê ne.

Ji dema Raîsî hatiye desthilata Îranê sala 2021`an, ev cara duyemîn e ku diçe Moskovê.

Cezayên rojavayî li ser her du welatan ji ber bernameya nukleerî ya Îranê û destwerdana leşkerî ya Rûsyayê di Ukraynayê de, hiştin ku her du welat nêzî hev bibin.

Lêkolerê danîna siyaetên giştîn û hikumî li zanîngeha teknolojiyê ya Virginia li Washingtonê Yusif Ezîzî ji rojnameya El Exbar a Lubnanê re axivî û got: “Hevrikiye yekalî ya Amerîka û pergala wê, xala hevpar di navbera Îran û Rûsyayê de ye.”

Ezîzî wiha domand: “Sedema sereke ya serdanê, şopandina têkiliyên dualî di qadên leşkerî, siyasî û aborî de, şerê li Ukrayna, şerê li Xezayê, vejandina lihevkirina nukleerî, guhertina pergala navneteweyî ye.”

Li gor Ezîzî, Rûsa dixwaze cihê xwe li herêmê bigire û di bazarên li gel rojava de, xwe bi hêz bike. Ji ber wê, girîngî daye filistiniyan û ereban ji bo ku pergala Amerîkayê têk bibe.

Çaverê bû ku Raîsî 28`ê Mijdarê serdana Enqereyê bikira, lê beyî diyarkirina sedeman, ew serdan hat betalkirin. Ji ber wê, axaftin belav bû ku aloziyeke dîplomasiyê di navbera Îran û Tirkiyeyê de hene.

(şx)