QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

QSD`ê nasnameya şehîd Akif Dirbêsiyê aşkera kir ku tev li pêngavên leşkerî yên QSD`ê li dijî DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker bûye.

QSD`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
7 kanûn, 2023   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Akif Dibêsiyê aşkera kir ku di 5`ê Kanûnê de li Dêrazorê şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê di daxuyaniya xwe de wiha nivisî: “Şehîd Akif tev li piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûye. Mînakê şervanê fedekar û berxwedêr e. Tu carî gav paşde neavêt. Li eniyan jêhatîbûna xwe nîşan da.”

Di berdewama daxuyaniyê de navendê got: “Em sersaxî didin malbata şehîd Akif û tevahî malbatên şehîdan. Em soz didin ku armanc û hêviyên wî pêk bînin. Em ê tola wan ji kujeran hildin.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Akif Dibêsiyê

Nav û paşnav: Ziyad Şêxo

Navê dayîkê: Fatme Êhmo

Navê bav: Dawûd

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Dirbêsiyê sala 1984`an

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor 5`ê Kanûnê

(şx)