HPG-NRÇˊê nasnameyên 5 gerîlayên di 2019’an de şehîd bûbûn aşkera kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) gerîla Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi “rêzdarî û minetdarî” bi bîr anî û got, “Em ê ala têkoşînê ya dewrî şopdarên xwe kirine, bi serketinê tacîdar bikin.”

HPG-NRÇˊê nasnameyên 5 gerîlayên di 2019’an de şehîd bûbûn aşkera kirin
8 tebax, 2025   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

HPG-NRÇ’ê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em hevrêyên xwe Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar ên ku sala 2019’an şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin: “Hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar bi biryardarî û îdîayeke mezin tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn. Bi tarzê jiyana Apoyî û hevrêtiya xwe ya kûr, her wezîfeya xwe bi layiqî bi cih anîn. Hevrêyên me li gelek qadên cuda xebat meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bêteredut a di pêvajoya şer de û bi tarzên xwe yên fedayî bûn milîtanên Apoyî yên mînak. Li dijî konsepta îmha û tasfiyeye ya li ser gelê me û Tevgera me hatî ferzkirin, di her xebatê de tevlîbûneke bi moral û coş raber kirin. Em ê ala têkoşînê ya ku şehîdên me dewrî me şopdarên xwe kiriye, bi serketinê tacîdar bikin û li ber bîranînên wan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Rojda, Serdem, Hêja, Nizar û Sozdar, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bîranînên şehîdên xwe yên leheng li Kurdistana azad bidin jiyîn.”

Agahiyên der barê nasnameya gerîlayên şehîd de, bi vî rengî hate diyarkirin:

Nasnav: Rojda Arjîn

Nav û Paşnav: Mehnaz Bazarxak

Cihê Jidayikbûnê: Merîwan

Navê Dayik – Bav: Gulçîn – Mehdî

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

 Nasnav: Serdem Wan

Nav û Paşnav: Welat Hazir

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Sabrî – Adem

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

Nasnav: Hêja Mawa

Nav û Paşnav: Bêrîtan Aktaş

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik – Bav: Hayat – Cemalettîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

 Nasnav: Nizar Cizîrî

Nav û Paşnav: Adem Gok

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayik – Bav: Ummuhan – Feyzullah

Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Îlona 2019’an / Metîna

 

 Nasnav: Sozdar Ronî

Nav û Paşnav: Sevda Yagan

Cihê Jidayikbûnê: Sêrt

Navê Dayik – Bav: Xezal – Fazil

Cih û Dîroka Şehadetê: 10’ê Îlona 2019’an / Metîna