Çeteyên hevserên hev planên êrişan îtîraf kirin

Jinek û hevserê wê yên girêdayî şaneyên DAIŞˊê li xwe mikur hatin ku wan li dijî nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş pêk anîne û plan dikir ku di şeva Newrozê de êrişên hemwext pêk bînin.

Çeteyên hevserên hev planên êrişan îtîraf kirin
8 tebax, 2025   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hin dîmen parve kirin ku tê de jinek û hevserê wê yên girêdayî şaneyên çeteyên DAIŞˊê yên li bajarê Reqayê, li xwe mikur tên.

Di îtîrafên wan de rêbazên peywendiyan, hewlên çeteyên DAIŞˊê yên jinûve xwebirêxistinkirinê û êrişên li dijî herêmên cuda yên Reqayê pêk anîne, hatin aşkerakirin.

Di 3 êrişên li nava Reqa û derdora wê de rola wan her duyan a sereke bû. Yek ji wan êrişan jî êrişa li dijî benda Camîa ya li herêma Kîsrat bû ku di encamê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûbûn.

Murhef Kamil Sefok li xwe mikur hat ku endamên şaneyên çeteyên DAIŞˊê li mala xwe hewandine û amadekariya pêkanîna êrişên cuda li Reqayê dikirin.

Sefok îtîraf kir ku wan plan dikir di şeva cejna Newroza 2025ˊan de êrişên hemwext pêk bînin. Lê ji ber serdegirtina mala wî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya cejnê bi 2 rojan, plana wan têk çû.

Di serdegirtinê de Sefok, hevsera wî û hejmareke çeteyên li gel wan hatin girtin û hin jî hatin kuştin.

Di îtîrafên hevsera Sefok, Beyan Ebdulcewad Sefok de jî diyar dibe ku wan ji bo ku kampa Holê birevin 800 dolar dane toreke qaçaxçiyan. Lê ev tor di demeke berê de ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate bêbandorkirin.

Beyan Sefok di îtîrafên xwe de got: "Di 2015ˊan de ez bi mîrekî DAIŞˊê yê berpirsê lojîstîkê li Reqayê re zewicîm. Dûre ez pê re çûm Baxozê. Li wir em ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve hatin girtin.”

Di îtîrafên 2 hevseran de hat diyarkirin ku Murhef li mizgefteke Tirkiyeyê, di navbera 2023 û 2024ˊan de, endamên çeteyên DAIŞˊê nas kirine.

Murhef di nîvê 2024ˊan de ji Tirkiyeyê hat Sûriyeyê, da ku bi erkên xwe yên ji hêla mîrên şaneyên DAIŞˊê ve bi rêya Telegramê hatiye erkdarkirin, pêk bîne. Murhef anîbû ziman ku wî li hember van planan pere wergirtine.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku çeteyên DAIŞˊê hewl didin ji nû ve xwe bi rêxistin bikin û diyar kir ku ew hewlên xwe yên têkoşîna li dijî DAIŞˊê û pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li herêmê dewam dikin.

(fr)

ANHA