Dewleta Tirk gundên Binarê Qendîlê bombebaran kir
Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundên Binarê Qendîlê bi dijwarî bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên Ajansa Rojnews’ê danê siharê balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 10 caran gundê Suredê, Enzê û Kirmesu yên Binarê Qendîlê bombebaran kirine.
Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal ji ajansa me re axivî û got; “Danê siharê zêdetirî 10 caran gundên Binarê Qendîlê hatinbombebaran kirine. Ji ber êrişan ziyanek mezin gihişt jîngehê. Hîn jî liv û tevgera balafiran ya li ser herêmê dewam dikin.”