HPG: Di çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên sekvaniyê yên ku li herêmên Metîna û Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker hatin lidarxistin de, 3 dagirker hatine cezakirin.

HPG: Di çalakiyên sekvaniyê de 3 dagirker hatin cezakirin
24 tîrmeh 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN 

Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Metînayê;

23’yê Tîrmehê di saet 14.30’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Golkayê ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23’yê Tîrmehê di saet 22.30’an de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê mudaxileyî helîkopterên êrîşê hate kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê dûr bikevin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

22’yê Tîrmehê di saet 09.00’an de bi çekên giran li dagirkerên Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

23’yê Tîrmehê di saet 13.10’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ku li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çavdêrî dikirin, hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

23’yê Tîrmehê di saet 14.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav liv û tevgerê, bi taktîka sekvaniyê derbe lê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

22’yê Tîrmehê di saet 19.48’an de bi taktîka sabotajê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin.

23’yê Tîrmehê di saet 04.45’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

23’yê Tîrmehê di saet 21.45’an de hêzên mudaxileyî helîkoptera li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar kirin. Piştî mudaxileya hêzên me, helîkopter neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Li herêma Garê;

23’yê Tîrmehê di saet 22.00’an de hêzên me mudaxileyî helîkopterên li qada Heftebax kirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, pêk anîn;

22’yê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

22 û 23’yê Tîrmehê qadên Şehîd Şerîf, lolan, Sinînê û Berbizina yên herêma Xakurkê 6 caran, qadên Deşta Kafya, Zengil û Kanî Sarkê yên herêma Garê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê, qadên Levcê û Girê Hîwa yên herêma Qendîlê 4 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metînayê carekê; bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin. Ji ber van bombebaranan li gelek qadan şewat derket û hîna jî didome.

 22 û 23’yê Tîrmehê qadên Deşta Kafya û Heftebax ên herêma Garê, qadên Girê Şehîd Şerîf û Girê Şehîd Kerîm ên herêma Xakurkê, Qada Berxwedanê ya Serê Metîna ya herêma Metînayê û Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”