Li Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê hate birîn

Di Dadgeha Tahranê de der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, cezayê darvekirinê birî.

Li Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê hate birîn
24 tîrmeh 2024   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê parêzvana mafê jinan, pispora xizmeta civakê û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku li Îranê tê girtin, ji aliyê şaxa 26’yemîn ya Dadageha Şoreşê ya Tahranê ve ya dibin serokatiya dadger Îman Afsharî de cezayê darvekirinê hate dayîn.

Pexşan ji sûcên bi îdeaya ‘li dijî hikumeta Îslamê, dest bi serhildana bi çek kiriye û endama ku serokê wê ketine nava komên serhildanê’ û ‘serîrakirinê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Di vê pêvajoyê de di çarçoveya doza der barê Pexşan Ezîzî de tê meşandin, di 28’ê Gulan û 16’ê Hezîrana 2024’an de danişîna yekem hate dîtin. Di danişîna dawîn de ku di 23’ê Tirmehê de hatî dayîn de cezayê ‘darvekirinê’ li Pexşan Ezîzî hate birîn.

Pexşan di dîroka 4’ê Tebaxa 2023’an de ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve li bajarokê Herazî yê Tahranê ve hate binçavkirin, di 11’ê Kanuna 2023’an de hate girtin û sewqî qawîşa hejmar 209 ya girtîgeha Evînê ku weke navenda binçavkirina wezareta Îstixbaratê tê zanîn kirin. Pexşan Ezîzî nêzî 4 mehan di pêvajoya binçavkirinê de rastî îşkenceya giran û sistematik hat. Ji mafê hiqûqî bigre ji hemû mafên xwe yê bingehîn bê par hate hêlan. Pexşan Ezîzî di dema ku girtî, ji mafê darizandinê û ev demek dirêje jî hevdîtina bi malbat û parêzerên xwere bê par hate hiştin. Hate diyarkirin ku piştî ku rojnamevan hate binçavkirin endamên malbata wê jî hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê hatine berdan.

Pexşan Ezîzî berê jî bi hinceta ku beşdarî protestoyên li dijî darvekirina xwendevanên Kurd li Tahranê bûye di 16’ê Mijdara 2009’an de hatibû girtin, piştî 4 mehan hate girtin, di 19’ê Adara 2010’an de bi kefaleta 100 milyon Tumen hate berdan. Piştî tehliyeya wê ji bo lêkolînkirina jiyana jinên li Kurdistanê xwebat da meşandin.

Pexşan Ezîzî herî dawî di nameya ji Girîgeha Evînê ku lê dima, îşkenceyên ku jiyan kirine anî ziman û banga bilindkirina têkoşînê kiribû.

Di nava mehekê de rejîma Îranê cezayê ‘darvekirinê’ da 2 aktivîstên jin ên siyasî

Di 4’ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îranê ve bi îdiaya ‘li dijî rejîma Îranê serhildana bi çek’ cezayê davekirinê li parêzvana mafê jinan Şerîfe Muhammedî hatibû birîn.  Li dijî cezayê darvekirinê ji gelek qadan bertek hatin, kampanya hatin destpêkirin.

(şx)