Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdaneke nû kirin.

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
2 ÇILE, 2024   12:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe, serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê dan. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ti agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.