HPG: Asya û Rojger bi vê çalakiyê qonaxeke nû dan destpêkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyer kir ku hevrêyên me Asya û Rojger bune pîvana tevlîbûn û şêwaza şer a fedaî ya Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê derxistin qonaxeke nû û wiha got: “Hevrêyên me Asya Alî û Rojger Hêlîn careke din îspat kirin ku gerîla bi vê çalakiya dîrokî, profesyonel û pêşketî re dikare bigihêje her armancê û her çalakiyê pêk bîne.”

HPG: Asya û Rojger bi vê çalakiyê qonaxeke nû dan destpêkirin
26 cotmeh, 2024   13:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandibû ku fedaiyên Apoyî yên Tabûra Nemiran hevrêyên me Asya Alî û Rojger Hêlîn di 23'yê Cotmeha 2024'an de li hemberî TUSAŞ a li Anqereyê ku navenda hilberandina çekên komkujî ya li dijî gelê me ye, çalakiyeke fedaî pêk anîn.

Hevrêyên me Asya û Rojger li hemberî rastiya sîstema dewleta Tirk a dagirker ku mafê wan ê jiyana azad nasnake, ziman, nasname û çanda wan tine dihesibîne û dema ku têkoşîna vê didin rastî her cure zilmê tên û mafê axaftinê jî ji wan re nehat dayîn, weke bersiv berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Li çiyayên Kurdistanê xwe bi îdeolojî û ruhê fedaî yê Apoyî perwerde kirin û bûne milîtanên ku têk naçin. Derbasî nava Hêzên Taybet bûn û di rastiya xwedawenda me ya azad Zîlan de kûr bûn. Bi biryardarî, bawerî û girêdaneke mezin a bi Rêbertî û şehîdên xwe re, xwe bi xeta fedaîbûnê re kirin yek û serketin û rûmeta tevlîbûna li nava Tabûra Nemiran bi dest xistin.

Weke tîma otonom a Tabûra Nemiran hevrêyên me Asya û Rojger ku ji bo parastina gelê me berê xwe dan hedefa dijmin, nîşan dan ku milîtanên fedaî yên Apoyî ku bi ruhê fedaî yê Apoyî hatine amadekirin, li ser xeta fedaiyane xwe bi biryardarî kirine, bi pisporî û bi temamî li hedefa xwe kilîtkirîne dikarin çalakiyên çawa mezin bikin. Nîşan dane ku milîtanên fedaî yên Apoyî dema ku biryarekê didin û li hedefa xwe kilîd dibin ji hêla ti hêzeke dijmin ve nikarin bên rawestandin. Di heman demê de hevrêyên me Asya û Rojger ku pîvana tevlîbûn û şêwaza şer a fedaî ya Gerîlatiya Azadiyê ya Kurdistanê derxistin qonaxeke nû, careke din îspat kirin ku gerîla bi vê çalakiya dîrokî, profesyonel û pêşketî ya ku kirine re dikare bigihêje her armancê û her çalakiyê pêk bîne. Bi çalakiya fedaî ya ku pêkanîn re bûne sembolên qehremanên ku rastiya jina azad û mêrê azad û rastiya xwedawenda me Zîlan di kesayeta xwe de ava kirine û derbasî dîroka me ya bi rûmet bûne.

Em qehremanên mezin ên Tabûra Nemiran hevrê Asya û Rojger bi rêzdarî, hezkirin û dilsoziyeke herî kûr bibîr tînin. Em soz didin ku em ê jiyan, sekn, têkoşîn û çalakiya destanî ya nemirên me, di jiyan û şerê xwe de bikin pusula, bîranîna wan bidin jiyîn û armanca wan bigihînin serketinê.

Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên nemir û ji gelê Kurd ê welatparêz re ku her tim xwedî li fedaiyên xwe derdikevin re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên nemir ên ku çalakiya fedaî pêk anîne wiha ne:

Nasnav: Asya Alî

Nav û paşnav: Mîne Sevjîn Alçîçek

Cihê jidayikbûnê: Îzmîr

Navê dayik û bav: Behîce- Fazil

Dem û cihê şehadetê: 23 Cotmeh 2024/Enqere

Nasnav: Rojger Hêlîn

Nav û paşnav: Alî Orek

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Navê dayik û bav: Leyla –Mehmet Nezîr

Dem û cihê şehadetê: 23 Cotmeh 2024/Enqere

Wê berfirehiya daxuyaniyê were...