Hizbullah ragihand ku fermandarekî payebilind di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin

Hizbullah ragihand ku yek ji fermandarên wê yê payebilind di êrişeke asmanî ya Îsraîlê de li ser taxên başûrê Beyrûtê hat kuştin.

Hizbullah ragihand ku fermandarekî payebilind di êrişeke Îsraîlê de hat kuştin
24 mijdar, 2025   09:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Şava Yekşemê, Hizbullahê ragihand ku yek ji fermandarên wê yê leşkerî, Heysem Elî Tabtabaî, ku bi navê "Seyid Ebû Elî" dihat nasîn, di encama êrişeke asmanî ya Îsraîlê li herêma Haret Hirêk li taxên başûrê Beyrûtê de, hat kuştin.

Beriya wê bi çend saetan artşa Îsraîlê êrişeke asmanî pêk anî û ragihand ku wê êriş li dijî Tabtabaî (fermandarê Hizbullahê) pêk aniye.

(k)