Hisên Hemîd: Divê dewleta Tirk ji bo pêngava aştiyê cidî be

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çap a Kurd li Sûriyeyê Hisên Hemîd diyar kir ku divê dewleta Tirk dest ji siyasetên xwe yên dijminane û zimanê gefxwarina li dijî gelê Kurd berde û destnîşan kir ku serkeftina aştiyê û avakirina civaka demokratîk bi gavên dewleta Tirk û cidiyeta wê ve girêdayî ye.

Hisên Hemîd: Divê dewleta Tirk ji bo pêngava aştiyê cidî be
25 cotmeh, 2025   06:05
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Rêber Abdullah Ocalan, Banga Aştî û Civaka Demokratîk di meha Sibatê de kir. Armanca bangê çareseriya siyasî ya doza Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Lê hîn jî siyasetmedarên Tirk dest bi nîjadperestî û dijminatiya xwe ya li dijî gelê Kurd bernedaye. Tevî PKK’ê xwe fesix kir û tevgera azadiyê gavên pratîkî avêtin jî, dewleta Tirk heta niha tu gavên piştgiriya xeta çareseriyê bikin, neavêtine. Ev jî pêkanîna aştiyê û guhertina demokratîk asteng dike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Hisên Hemîd der barê mijarê de axivî û bi bîr xist ku dewleta Tirk di nava sed salên derbasbûyî de hewl da gelê Kurd tune bike û ji ber peymanên parçekirina herêmê gelê Kurd mafê xwe bi dest nexist.

Hisên Hemîd di berdewama axaftina xwe da zanîn ku piştî sala 1978’an bi damezirandina PKK’ê re careke din doza kurd bû mijareke cîhanî û wiha dom kir: “Di wê demê de kesayetên siyasî û tevgerên Tirkiyeyê yên li dijî gelê kurd derketin holê. Di encamê de zulim zordariyeke mezin ji aliyê desthilata Tirkiyeyê li dijî gelê kurd hate meşandin. Gelê kurd li dijî siyasetên inkar û tunekirinê serî hilda û dest bi şerê çekdarî kir. Dewleta Tirk kîna xwe di serê gelê kurd û tevgera siyasî de derxist.”

Hemîd da diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan di salên derbasbûyî de çend caran bangên aştiyê kir, lê dewleta Tirk her dem ne cidî bû û wiha dom kir: “Di roja me ya îro de jî dewleta Tirk di pêkanîna banga aştî û civaka demokratîk de ne cidî ye. Tevî hemû gavên PKK’ê û gelê Kurd avêtin, hîn dewleta Tirk di gavavêtinê de ne cidî ye. Hîn zindanên wan tijî siyasetmedarên kurd in. Di nav wan de perlemanter û hevşaredar jî hene. Tenê di ragihandinê de diaxvin, ji ber wê jî bawerî bi desthilata Tirkiyeyê nayê.”

Hemîd, destwerdana dewleta Tirk di dewletên cîran de jî bi bîr xist û wiha pê de çû: “Destwerdana dewleta Tirk di Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê û Îranê de dewam dike. Derdora ji sedî 40 xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî çend bajar dagirkirine. Pê re danûstendinên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê de asteng dike. Sedema wê jî dijberiya wê ya bi gelê kurd re ye. Dewleta Tirk her dem zimanê gefxwarinê li dijî gelê kurd bi kar tîne. Heger ev rêbaza dewleta Tirk dewam kir, ne mimkune aştî pêk were. Devlet Bahçelî li ser aştiyê bi erênî diaxive. Lê diyare ew tenê dixwazin demê qezenc bikin. Bi vî awayî ne mimkun e aştî pêk were.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Hisên Hemîd di dawiya axaftina xwe de got gelê Kurd ji aştiyê hez dike û ji pêkanîna wê têkoşîna xwe dewam dike û ev tişt anî ziman: “Divê dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê daxwazên gelê Kurd di ber çavan re derbas bikin. Mafê gelê Kurd heye hemû mafên xwe di destûr û qanûnên her du welatan de misoger bike. Doza kurdî dozeke cîhanî ye. Tu kes dê nema bikare mafên Kurdan ji destê wan bigire.”

(dc)

ANHA