Li Minbicê sûcên çete û dagirkeran

Li Minbicê ya di bin dagirkeriya dewletaTirk û çeteyên wê de, sûc û binpêkirinên li dijî şêniyan dewam dikin. Çek û madeyên hişbir jî bi awayekî zêde belav bûne.

Li Minbicê sûcên çete û dagirkeran
25 cotmeh, 2025   03:35
TEBQA

Li Minbicê ya ku ji 8’ê Kanûna 2024’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûc û binpêkirinên ku ji aliyê çete û dagirkeran ve tên kirin, dewam dikin.

Di rojên destpêkê yên dagirkirinê de, çeteyên El Hemzat û El Emşat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker garaca Şaredariya Minbicê;  2 wesayîtên H1, 3 tanker (Mitsubishi, Futon û Mercedes), Porter, Kia ya 2007, 2 kamyonên barhilgir ên Inter, kamyonek nûjen, agirkujiyê, kamyonek barhilgir a 15 metreyî, kamyonek barhilgir a 40 metreyî û Bobcat bûn) talan kirin.

Çeteyên komên navborî kel û pelên saziyan, nexweşxaneya El Raîba tevî cîhazê şûştina gurçikan a ku berê dagirkirinê bi demekê kurt de ketibû xizmetê, dizîn. Amûrek MRI ya ji Nexweşxaneya El Furat (Niştimanî) ku nirxa wê bi qasî 400 hezar dolar e, tevî 4 ambulansên bi tevahî amûrên wê û jenerator û sotemeniyê ya wan jî talan kirin.

Çeteyan neweşxaneya El Metahin bi hemû amûrên wê û 15 ambulansê wê talan kirin û birin bajarê Raî da ku li wir bifroşin. Dîsa embargên genim jî ku bi qasî 6 hezar ton genim tê de hebûn, talan kirin û birin heman bajarî.

Sûcên çeteyan bi talankirina mal û milkên giştî sînordar nema. Di 23’ê Kanûna 2024’an de çeteyekî koma El Emşat êrişeke zayendî ji zarokeke 7 salî ya ji eşîra Bobenayê kir. Li hemberî vê destdirêjiyê şer di navbera çete û eşîran de derket.

Çeteyan şêniyê bi navê Îzedîn El Merî bir cihekî û erebeya jê stand.10’ê Nîsana îsal (2025) di navbera gundên Kehef û Bîrayê  de 2 cenazeyên şewitî hatin dîtin.

5’ê Çileyê çeteyên Ehrar El Şamê kabilên telefonên erdê yên di navbera gundên Mubila El Bîra û Ewseclî de  talan kirin. Piştî ku şêniyên Ewsecî li hemberî wan rabûn, çeteyan bi çekên sivik û navîn êrişî gund kirin.  Bi zêdebûna hêrsa gundiyan a li hemberî wan, serçeteyê koma navborî îdia kir ku endamên "Derveyî rêxistinî" dê hesab bidin. Lê gundiyan diyar kir ku hesab nehat pirsîn. Di 26’ê Kanûna 2024’an de çeteyan hewl dan pompeyên avê yên stasyona gundê Ebû Kehef a navê dide 10 gundan, desteser bikin. Gundiyan li hemberî wan sekinîn û rê nedan ku pombe werin desteserkirin.

Serçeteyê Ehrar El Şerqiyê Ebû El Welîd ê ji gundê Kawiklî yê nêzî bajarokê Erîmayê ye, dibistan gund wekî cihekî ragirtina şêniyan bi kar tîne û li beramberî berdana her girtiyekî 40 hezar dolarî ji malbatên wan dixwazin.

TALANKIRINA MALAN

Bi destpêka dagirkirina Minbicê re, çeteyên El Hemzat, El Emşat û Silêman Şah dest bi talankirina malên şêniyan kirin û malbatên xwe li malên şêniyan, bi taybet ên Kurd ku bi gefa kuştin û revandinê hatine koçberkirin, bi cih kirin. Li gorî raporan, ji sedî 70 niştecihên resen ên Minbicê koçber bûne.

Çeteyên ku malên şêniyan vekirin, kel û pelên malan bi temamî, derî, pencere û kevirên zemînên xaniyan talan kirin, hinek xirab kirin û hinek din jî şewitandin. Her wiha qaşo bi navê parastina milkên wan jî diziyê miqdarên mezin ên pereyan ku dighêje 3 hezar dolarî ji wan distandin, lê dîsa jî wan bi xwe dest danîn ser milkên şêniyan.

Şêniya (S.B.) ji taxa El Cezîrê ku piranî niştecihên wê Kurd e ye ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe aşkera bike got: "Bi êrişên dagirkirina Minbicê re, ji tirsa ku em werin revanndin û heqaret li me were kirin, ez û birayê xwe û malbata wî neçar man bajar biterikînin. Piştî em hatin koçberkirin çeteyan mala me û mala birayê min birin û bi kirê dan malbatan. Piştî malbat jê derketin, çeteyan her tiştên di malê de birin."

Mala (N.Ş.) ku nû ava kiribû, ji aliyê çeteyan ve hat talankirin û desteserkirin. Çeteyan li beramberî ku mala wî lê vegerînin 3 hezar dolar jê xistin. Mala wî lê vegerandin, lê her tiştên tê de birin.

Şêniyê bi navê (M.Ş.) jî ku mala wî bi temamî hate desteserkirin got "Avahiya min ji 6 xaniyan û 4 dikanan pêk tê, bi temamî hatin desteserkirin. Min 3 hezar dolar dan wan heya xaniyek tenê li min vegerandin, lê hemû tiştên wê, tevî derî û pencereyan birin. Milkên din jî malbatên çeteyan lê bi cih bûne."

Piraniya malên li taxa rêya Cezîrê hatine talankirin, lê taxên Newarce, rêya Şiwêha û rêya Helebê ne.

ÎSTÎXBARATA TIRK BAJAR BI RÊVE DIBE

26’ê Çileya 2025’an hatibû îdiakirin ku hêzên hikumeta veguhêz  a Sûriyeyê derbasî bajarê Minbicê bûne û 3 navnd: Polîs, Ewlehiya Sûc, Ewlehiya Giştî ava kirine. Her wiha şaxekî îstîxbaratê li çargoşeya ewlehiyê ya navenda bajar heye ku rasterast ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin. Bajar jî bi temamî hîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye.

Kesê bi navê Muhened El Xetîb bi awayekî şeklî dosyaya ewlehiyê bi rêve dibe, lê ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin.

GIRTÎGEH

Li çargoşeya ewlehiyê girtîgheke kevin heye ku ji 5 hucreyên tê de hatine ragirtin. Beşek ji girtiyan jî sewqî girtîgehên Cerablus, Bab, Raî û Hewar Kils tên kirin.

Li gorî girtiyekî berê, girtîgehên Cerablus û Babê yên herî xirab bin ku hemû cûreyên îşkenceyê ji lêdan, eliqandin û kehrebe li girtiyan tên kirin. Piştî serbestberdana wan bi 45 rojan miqdarên mezin ên pereyan ku dighêje hezar û 500 dolarî ji malbatên wan tên standin.

Girtîgeha Hewar Kils a ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin, ya herî xetere ye. Li girîgeha Raî (Selce) de ku ji 26 hucreyan pêk tê, nêzî 27 girtî hene, carna jî dighêje 800 girtiyan. Piraniya girtî nayên darizandin, hin girtî jî ku ji 10 salan ve ragirtî ne qedexe ye malbatên xwe bibînin an bi wan re têkilî deynin.

TEQÎN

Li Minbicê ji dema dagirkirinê ve gelek teqîn çêbûne. Teqîna herî dijwar di 3’ê Sibata îsal de pêk hat. Di vê teqînê de erebeyeke veguhestina jinên karker li nêzî çerxerêya El Metahin hat hedefkirin. Di encamê de 25 jinên karker şehîd bûn. Hatibû îdiakirin ku kesê ev teqîn pêk aniye, hatiye girtin, lê nasnameya wî nehat aşkerakirin û mikurhatinên wî nehatin parvekirin. Li gorî agahiyan, teqîn tesfiyekirinên di navbera çeteyan de û bi agahiya îstîxbarata Tirk çêbû. Lê sivîl bûn medxûr.

Qaşo 3 navên ewlehiyê hatine vekirin, lê ji ber belavbûna reşwetan, destwerdana serçeteyan di karên wan de, di heman demê de ji ber nakokiyên hundirîn ev navend bê fêde ne.

Şêniyê bi navê (M.E.) diyar kir ku ji ber diziya mala wî gilî li navenda ewlehiyê ya sûcan kir û gumanbar jî diyar bû, lê gumanbar bertîl da hat berdan.

Li gundên Ebû Kehef, Farat, Heye, Hozan û Xifsê qereqol û navendên ewlehiyê hatin vekirin, lê bûne cihên çewisandina şêniyan, desteserkirina sotemenî û motorsîklêtan, îşkenceke û heqaretê li şêniyan. Di 31’ê Tebaxa îsal de şêniyek dema çeteyan didan pey wî li nêzî gundê Ebû Kehefê jiyana xwe ji dest da.

30’î Îlona îsal jî, şêniyên gundê Tewal 2 çekar dema hewl didin diziyê bikin girtin û radestî qereqola gundê El Heyê kirin. Qereqolê jî wan radestî "Hêzên ewlehiyê" yên Minbicê kirin. Lê berpirsê qereqolê Ehmed El Derwîş ê ji Idlibê her du çekdar berdan û gef li şêniyan xwarin.  29’ê Îlonê jî komeke çekdar li gundê Feres El Ecûr bi ser mala şêniyê bi navê Hesen El Cedan de girtin, wî revandin û 10 hezar dolar pereyên wî dizîn.

8’ê Kanûna 2024’an, 1’ê Nîsan, 5’ê  Hezîran, 12 Îlon û 22’ê Cotmeh (2025) çete û dagirekran 4 caran êrişî pakrewangeha Minbicê kirin. Çeteyan bêrêzî li hurmeta şehîdan kirin, pakrewangeh xirab kirin, kevirên zemîna wê, sûrên wê yên derve û deriyê wê sereke talan kirin û wêneyên şehîdan şikandin.

Ji dema dagirkirinê ve, madeyên hişbir û çete bi awayekî mezin li Minbicê belav bûne û baziganiya wan tên kirin. Li gorî agahiyan, çekek kalaşînkof bi 300 dolarî tê firotin.

Ji ber tevliheviyê, tevgera şêniyan kêm bûye. Di saetên şevê de jî ji tirsa dizî û revandinê kolan vala ne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), demek berê ragihandibû ku çeteyekî li sûka bajar bi çekê bi ser dikanekê de girtibû. Di hefteya dawî de li kolana Kewakbî û Hezwana yê bombeyên dengê avêtin mala şêniyan.

(bb)