'Bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê pêvajo bi ser bikeve'

Endamên TEV-DEM, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk diyar kir ku ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje û azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.   

'Bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê pêvajo bi ser bikeve'
10 mijdar, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Tekildarî banga Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê û bidawîkirina tecrîdê, endamên TEV DEM, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk ji ajansa me re axivîn.

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xalid Bekir diyar kir ku dema Rêber Abdullah Ocalan banga aştiyê kir, gelek gavên ji bo pêkanîna aştiyê hatin avêtin, lê dewleta Tirk têkildarî girtiyên azadiyê gavên ji bo aştiyê navêtine.

Bekir destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e girtî ye û wiha got: “Em dizanin ku sedema sereka ya Komploya Navnetewî çi ye? Rêber Apo nêrîn û paradîgmayên xwe ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn û gelan pêşkêş kirine. Metirsiya dewleta Tirk ji paradîgmaya Rêber Apo heye. Lê dewleta Tirk bi vê hişmediya xwe bi ser neket û dê bi ser nekeve jî.”

'GAVÊN PKK'Ê DÎROKÎ NE'

Xalid Bekir xuya kir ku Rêber Abdullah Ocalan di zindanê de zindîbûnek ava kir, jiyanek nû afirand û di her kêliyekê de têngîn û tegehek ji bo giştî Rojhilata Navîn pêşkêşkir. Her roj ev têngîn û pradîgmaya wî mezin bû û gihişt lukteyê. Ev têngîn û têgehên ku Rêber Apo pêşkêş kiriye niha guhertin û veguhertin di hundirê Rojhilata Navîn de xuyanî dike.

Bekir got: "PKK'ê piştî banga Rêber Abdullah Ocalan gelek gavên pratîkî ji bo pêkanîna aştiyê avêtin, lê belê dewleta Tirk heya niha bi neyînî nêzîkbûnên xwe didin nîşan dan li hemberî gavên dîrokî yên ku hatine avêtin, ji bo pêkanîna aştiyê divê di serî de Rêber Apo azad bibe."

‘PIRSGIRÊK DÊ BI AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ÇARESER BIBIN’

Xalid Bekir wiha pê de çû: "Li gorî nêrîna min ger ev pêvajo bi ser nekeve, wê awayekî berevajî vegerê nava hundirê Tirkiyeyê. Di vê serdemê de divê dewleta Tirk guhertinekê di hundirê sîstema xwe de bide avakirin. Divê ji bo Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê pêk were, mafê hêviyê, mafê her kesekî ye. Di demeke nêz de azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe. Divê dewleta Tirk gavan biajêve da ku bikeve xizmeta Tirkiye û Rojhilata Navîn. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo tevahî gelên bindest gavan diavêje da ku aştî li ser rûyê erdê pêk were."

MAFÊ HÊVIYÊ

Endama Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Ezîze Hiso diyar kir ku divê dewleta Tirk a dagirker ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gavan biajêve û wiha got: “Divê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê bi gotin an jî bi nivîskî be. Divê dewleta Tirk ji bo pêkanîna aştiyê gavên cidî bavêje. Mafê hêviyê, mafeke raweye ji bo Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê hêviyê bingeha vê pêvajoyê ye. Tevgera Azadiya Kurdistanê gelek gavên ji bo aştiyê avêtin û niha jî erk dikeve li ser milê Tirkiyê. Pêvajoya aştiyê bi azadiya Rêber Apo wê bi ser bikeve.”

‘DEM DEMA AZADIYA FIZÎKÎ YA RÊBER APO YE’

Hevseroka Yekitiya Esnafan Fikret Ebdeal destnîşan kir ku niha dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e. Heya niha jî tu gav ji hêla dewleta Tirk ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nehatine avêtin û wiha axivî: "Hevdîtina bi Rêber Apo re û peyamên wî ne bes in, ji bo pêkanîna pêvajoya aştiyê û pêkanîna mafê hêviyê û bidawîkirina tecrîdê, hewcehî bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.”

‘RÊBER APO ZINDANA ÎMRALIYÊ KIRIYE KELEHA BERXWEDANÊ’

Endamê TEV-DEM’ê Hemdî Nebî destnîşan kir ku erka ku dikeve ser milê gelê Kurd divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan her tim li qadan bin. Ji ber ku êdî dem dema azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Nebî wiha got: "Rêber Apo zindana Îmralê kiriye kelaha berxwedanê, Rêber Apo di zindanê de azad e, lê tenê di aliyê fizîkî de girtî ye. Em li ser fikir û felsefeya wî perwerde dibin. Divê rêberê me azad bibe û em jî bi wî re azad bibin."

ANHA