Hilbijartinên şaredariyan ên Rojava ji hilbijartinan wêdetir in - Rauf KARAKOÇAN

Hilbijartinên şaredariyan ên Rojava ji hilbijartinan wêdetir in - Rauf KARAKOÇAN
23 hezîran 2024   06:44

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyan taloq kirin lê vê jî têrê nekir ku tansiyona li Tirkiyeyê dakeve. Bi israr di rojevê de dihêlin û çîrokên serkeftinê yên sexte jê çêdikin. Ev hilbijartineke herêmî bû û gel dê rêveberiya xwe ya herêmî diyar bikira. Tirsa ji vê ji ber çi ye? Xwe dan erde, mezin kirin, kirin mijara sereke ya dan û standinên dîplomatîk. Gerçî Rêveberiya Xweser pir jî li benda tiştekî wiha nebû. Meseleya hilbijartinê mîna goga berfê mezin bû û her ku diçe jî mezin dibe.

Mijarên wekî "li ser xeta Enqere-Washingtonê alozî, derketina dijberî hev, li xeta Enqere-Moskovê mijar hatiye ser maseyê" hwd, di çapemeniya Tirk hê jî didomin. Piştî ku Rêveberiya Xweser ragihand ku hilbijartinên şaredariyan ji ber hin sedeman taloqî meha Tebaxê kirine, Tirkiyeyê ji xwe re gelek melzemeyên propagandayê bi dest xistin. Nirxandinên absurd ên wekî "Zextan encam girt, hilbijartin taloq kirin" bûn rojeva siyasetê û çapemeniya alîgir. Neteweperestan ji xwe re ser serkeftineke sexte çêkir û bi vê memnûniyetê dest bi propagandaya şûştina mêjiyan kir. Dîktatorê faşîst ê Tirkiyeyê Erdogan jî ev tempo bilindtir kir û got 'taloqkirin têrê nake, divê bên betalkirin'.

Em texmîn bikin ku fermana Erdoganê dîktatorê faşîst ku digot 'bila hilbijartinên şaredariyan werin betalkirin' bi cih hatiye. Ma wê demê gel dê bê rêveberî bimînin? Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û heta tehaviya Sûriyeyê, mafê xwe heye ku rêveberiyekê li gorî xwe hilbijêrin û ev maf nikare were astengkirin. Kesên hişê wan têrê nake vê yekê fêm bikin jî, zû yan dereng, dê hînî vê rastiyê bibin û neçar in qebûl bikin.

Rêveberiya mêtinger a Kurdistanê, hikumdariya li ser qedera gelê Kurd ji xwe re kiriye erk. Qeyûman datîne şaredariyên Bakur û şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şer wek hincetekê dibîne. Siberoja gelê Kurd îpotek dikin. Hema bêje ev mesele bûye meseleya man û nemanê ya Tirkiyeyê.

Ev ev rastî divê bê zanîn; dema ku biryara hilbijartina ê hate dayîn, bi şêwira li gel tu hêzekê nehate dayîn. Dîsa taloqkirina hilbijartinê li ser daxwaza aliyekî (DYA, Rûsya, Sûriye) nebû. Nirxandinên wekî 'di encama zextên Tirkiyeyê de hilbijartin taloq kirin' ne rast in. Taloqkirina hilbijartinan jî, betalkirina wan jî, girêdayî biryara Rêveberiya Xweser e ku li gorî berjewendiyên gel bidin. Hewldaneke pûç e ku Tirkiye ji vê yekê serkeftinê biafirîne.

Wekî her gelekî, gelê Kurd jî xwedî îrade ye. Ew ne di wê pozîsyonê de ye ku li gorî xwesteka hêzên din tev bigere. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara taloqkirina hilbijartinan dide yan nade, rewşa heyî, hevkêşeya siyasî ya herêmî û encamên îradeya xwe ya azad li ber çavan digire. Desteyên karbidest ên gel, çi dema guncaw dibînin, mafê wan heye ku biryarên ji bo wan guncaw in, bide.

Tirkiye di polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê de bin ketiye. Hemû razemeniyên li herêmên dagirkirî kiriye, bi taybetî yên siyasî, leşkerî û aborî, di esasê xwe de razemeniyên mirî ne. Zû yan jî dereng, mîna bûmerangê, dê reçeteyeke tehl û tûl lê vegere. Ne tenê polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê, her wiha tevahiya polîtîkaya xwe ya derve ku li ser dijberiya Kurdan ava kiriye, hilweşiya. Bi rêya dijminatiya li Kurdan, bi bikaranîna zordariya leşkerî û afirandina zexta siyasî-dîplomatîk, hewl da li herêmê berjewendiyan ji xwe re çêke, heta astekê jî rol lîst, lê ew gav bi gav ber bi çalekê ve tê kaşkirin û ji niha û pê ve nikare serederiyê jî lê bike. Sedema xizaniya mazin a li Tirkiyeyê dijminatiya li hember Kurdan e. Tu îzaheke mantiqî ya dijminatiya li Kurdan nîn e. Hîsteriya dewleta mêtinger dê Tirkiyeyê bêhtir ber bi çalê ve bikişîne.

Di demên dawîn de her kes hewl dide têgeha 'asayîbûnê' di siyaseta Tirkiyeyê de rave bike. Heke mirov jê re bibêje 'asayîbûna neasayî' dê ravekirineke guncawtir be. Ne pêkan e bêyî aştiya bi Kurdan re Tirkiye asayî bibe. Welatekî ku di atmosfereke şer a domdar de dijî, çawa dikare normal bibe? Welatekî ku nikare hilbijartinên şaredariyan li derveyî welatê xwe qebûl bike û ji bo şer wek hincet dibîne, çawa dikare asayî bibe? Siyasetmedar tev dizanin asayîbûna di siyasetê de bi nedîtina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî bingehîn e, nabe. Îcar heçku henekên xwe bi gel dikin û qala asayîbûnê dikin.  Desthilata siyasî ku kombînasyona komên faşist û neteweperest-olperest e, ji bo 'dijminekî' ji Kurdan biafirîne, her tiştî dike.

Tevî van hemû êrişên qirkirinê û tunekirinê yên dewleta Tirk jî, Kurd bi tevdîr in. Di asta paradîgmayî de parêzvaniya yekitiya gelan didomînin. Ew di pêşxistina mafên xwe yên neteweyî de ku mafê çarenûsî ye, bi formata neteweya demokratîk berdewam in û daxwaza xwe ya pêkvejiyanê bi dengekî herî bilind diyar dikin. Mijara sereke ya ku dewleta Tirk dixe nava fikaran, vebijêrka neteweya demokratîk e ku wek paradîgmayê tê temsîlkirin û hembêzkirin. Loma jî ev hilbijartinên şaredariyan, ne hilbijartinên ji rêzê ne û wêdetir in.