Heftename: Tirkiye dosyaya nêzîbkûna bi Şamê re xistiye rojevê

Axaftinên li ser nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de, rewşa Lubnan û hilbijartinên serokkomariya Îranê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Heftename: Tirkiye dosyaya nêzîbkûna bi Şamê re xistiye rojevê
23 hezîran 2024   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê têkildarî agahiyên li ser "Diyalogên nerasterast di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de dest pê kirine", nûçeyek bi sernavê ’Tirkiye bi hêvî ye ku careke din diyalog bi Şamê re çêbe’ weşand. Hate gotin, "Ev agahî piştî hevdîtina yekemîn a emnî ya di navbera rayedarên her du aliyan de ya li Hemêmîmê û piştî hevdîtina 11’ê Hezîranê ya li Moskov ya di navbera  wezîrê karên derve yê Tirk Hakan Fîdan û serokê Rûsyayê  Vladimir Pûtîn de, belav bû.

Li gorî nûçeyê, tevgerên nû yên Tirk li ser erdê xuya dibin. Ji wan tevgeran jî; girtina şirketên veguhestina pereyan li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî, hewldanên vekirina deriyê sînor ê Ebû Zindîn ê gundewarê Helebê yê di navbera herêmên dagirkirî û herêmên hikumeta Şamê de.

Di dewama nûçeyê de hate gotin "Tevî ku ragihandina Tirk ev mijar rojev kiriye, lê ji aliyê Şamê ve bêdengiyek heye. Şam li bende ye ku bighêjin xalên diyarker. Şamê  ji bo her hevdîtinekê li gel Tirkiyeyê, vekişandina hêzên wê ji xaka Sûriyeyê wekî şert danîbû."

Li gorî nirxandinên rojnameyê "Em nikarin geşedanên di vê dosyayê de wekî  pêşketineke cidî binirxînin, lê belê mîna dergeheke berfireh ji bo avêtina gavan di rêyekê de ye. Ev rê jî dê ne hêsan be, nemaze ku astengiyên mezin li pêşiya vê dosyayê de hene. Nîşaneyên cîdîbûna gavên pêşîn jî dê di hevdîtina pêş a li Bexdayê ya di navbera rayedarên Tirk û Sûriyeyê de û hevdîtina Erdogan û Pûtîn ku dê destpêka Tîrmeha pêş pêk were, were dîtin."

ˊŞER LI BER DERIYÊ LUBNANÊ YEˊ

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî aloziya li ser sînorên Lubnanê nûçeyek bi sernavê "Şer li ber deriyê Lubnanê ye" nivisî.

Rojnameyê diyar kir ku piştî êrişên Îsraîlê yên dawîn li dijî fermandarên Hizbullahê, helwesta Hizbullahê dijwar bûye. Ji helwesta wê diyar e ku ew ketiye şokê ku Îsraîlê bi rastî biryar daye şer bike û li aliyê din jî şerê Hemasê berdewam bike û ew dikare li her du eniyan şer bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku Hizbullah di wê baweriyê de bû ku Îsraîlê dê destpêkê Hemasê ji hev bixe û dê ev bi mehan dirêj bike û bi vî awayî Hizbullah xetên sor ên şer derbas nake.

Rojnameyê cih da daxuyaniya sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrullah a ku piştî daxuyaniyên Îsraîlê ku "planên êrişan" erê kirine, daye. Hate diyarkirin ku bi ragihandina şer e, "gelo Îsraîl dê eniyê firehtir bike û li 2 eniyan şer bike yan jî Hizbullah bi piştgiriya Hemasê serê xwe xiste belayê?"

DI NAVBERA 3 VEBIJÊRKAN DE HILBIJARTINÊN ÎRANÊ

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê ku 28`ê Hezîranê li dar dikevin, ankêtek çêkir û encama ankêtê parve kir. Li gorî ankêtê, kolana Îranê li ber 3 vebijêrkan maye. Beşek çi dibe bila bibe dê tev li hilbijartinan bibe. Beşeke din jî dudil e. Beşa sêyemîn jî hilbijartin boykot kiriye.

Li gorî rojnameyê, desthilata Îranê xema rêjeya dengdayînê dixwe, nemaze ku di hilbijartinên sala 2021`an ev rêje heta ji sedî 48.8 kêm bûye. Ev jî nîşan dide ku zemîna civakî ya hikumeta Îranê kêm bûye.

Rojnameyê bi bîr xist ku di hilbijartinên serokkomariyê de 6 namzet hene; 5 muhafazekar in û yek jî referomxwaz e.