ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-6-2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-6-2024
23 hezîran, 2024   02:00

4 sal berê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov li bajarokê Helincê yê Kobanê komkujiyek pêk anîbû û 3 jinên pêşeng qetil kirin. Dewleta a dagirker bi vê komkujiyê re stratejiya xwe ya şerê li dijî gelê herêmê guherand.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên şaredariyan taloq kirin lê vê jî têrê nekir ku tansiyona li Tirkiyeyê dakeve. Bi israr di rojevê de dihêlin û çîrokên serkeftinê yên sexte jê çêdikin. Ev hilbijartineke herêmî bû û gel dê rêveberiya xwe ya herêmî diyar bikira. Tirsa ji vê ji ber çi ye? Xwe dan erde, mezin kirin, kirin mijara sereke ya dan û standinên dîplomatîk. Gerçî Rêveberiya Xweser pir jî li benda tiştekî wiha nebû. Meseleya hilbijartinê mîna goga berfê mezin bû û her ku diçe jî mezin dibe.

Şêniyên Tirbespiyê ji ber bêhna çopê bi gazinc in. Şaredariya Gel ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê hewldan kirin, lê pirsgirêk hîna çareser nebûye. Şêniyan xwest sergo ji bajar were dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Axaftinên li ser nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de, rewşa Lubnan û hilbijartinên serokkomariya Îranê rojevên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Bi pêşengiya Kongra Star û bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo, misogeriya azadiya gelan û aştiya li Rojhilata Navîn e" şêniyên bajarê Hesekê, Til Temirê û bajaorkê Til Birakê, koçberên Kampa Serêkaniyê û Weşûkanî li bajarê Hesekê derdikevin meşê saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helincê civîneke berfireh li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar dixe saet di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de şêniyan mûm li mala komkujî tê de pêk hatiye û dûre bûye muzexane pê dixin saet di 19:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarê Girkê Legê û Dêrikê cenazeyê şervana YPJ`ê şehîd Delîla Cûdî li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir dikin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)