Dewleta Tirk careke din stasyona kehrebeyê ya Kobanê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya bajarê Kobanê careke din bombebaran kir. Her wiha gundê Şiyûxa Jorîn ê li rojavayê bajêr topbaran kir.

Dewleta Tirk careke din stasyona kehrebeyê ya Kobanê bombebaran kir
24 cotmeh, 2024   12:17
KOBANÊ

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker, dema Desteya Enerjiye ya kantona Firatê dixwest li stasyona kehrebeyê ya bajarê Kobanê ya ku vê sibê hatiya bombeberankirin, daxuyanî bide, careke stasyona kehrebeyê bombebaran kir.

Dagirker gundê Şiyûxa Jorîn ê li rojavayê bajarê Kobanê jî bi obîsan topbaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û çekên giran navendên giştî û xizmetguzariyê, têketin û derketina bajêr, gundewarên Girê Spî û rêya navneteweyî bombebaran dike.

(şx)

ANHA