Hilberandina xwecih a sebzeyan li Dêrazorê buha nîvenîv daxistin

Hilberandina xwecih a sebzeyên havînê li kantona Dêrazorê, hişt ku buhayên gelek sebzeyên ji derveyî herêmê tên, nîvenîv erzan bibe û li kêleka wê rêgeza xwetêrkirinê peyda kir.

Hilberandina xwecih a sebzeyan li Dêrazorê buha nîvenîv daxistin
Hilberandina xwecih a sebzeyan li Dêrazorê buha nîvenîv daxistin
Hilberandina xwecih a sebzeyan li Dêrazorê buha nîvenîv daxistin
1 tebax, 2024   06:15
DÊRAZOR
FATME EL EBID

Çandina sebzeyên havînê û zivistanê ji bo cotkarên kantona Dêrazorê gelekî girîng e. Li kantonê piraniya cureyên sebzeyan wekî bacanên sor û yên reş, bamiye, zebeş û petêx tên çandin.

Cotkar berhemên xwe bi rêya projeyên avdanê û kooperatîfên avê ji çemê Firatê dikişînin  û bîran av didin.

Hilberandina xwecih a sebzeyan, buhayên gelek sebzeyên ji derveyî herêmê tên, erzan kirin. Kîloya bacanên sor ji 10 hezar lîreyî daket 4 hezarî, xiyar ji 9 hezar daket 3 hezarî. Bacanên reş jî ji 7 hezar daketin 2 hezar û 500 lîre.

Têkildarî mijarê cotkarê bi navê Hicrus El Mehmûd got: "Li Dêrazorê çandina sebzeyan gelekî girîng e. Ji ber ku erzaniyê çêdike û rêgeza xwetêrkirinê ya ji sebzeyan peyda dike."

El Mehmûd diyar kir ku hilberandina xwecih a sebzeyan îsal baş bû û di heman demê de bal kişand ser pirsgirêkên li pêşiya wan, wek kêmbûna avê û bikaranîna bîran ku bi awayekî neyînî bandorê li hin cureyên sebzeyan dike, ji ber ku rêjeya şorbûnê zêde ye.

Her wiha El Mehmûd diyar kir ku axa li kantonê, berhemdar e û dikarin gelek cureyan biçîn, wek kartol û fistiqan lê av kêm e.

Cotkarê bi navê Hemûd El Mirkaz jî got: "Zêdetirî ji sedî 70`yê şêniyên kantonê debara xwe bi çandiniyê dikin. Sebzeyên havînê ji yên ji derveyî herêmê tên anîn, baştir in. Hem çêja wan xweş e û hem bi kalîte ne."

El Mirkaz wiha domand: "Piraniya şêniyan, sebzeyan diçînin an ji bo daxin sûkan û jê qezencê bikin an jî têra mala xwe diçînin."

Li kantonê li kêleka sebzeyan; genim, ceh û pembo, garis, zebeş, kuncî û baqliyat tên çandin.

Li kantona Dêrazorê projeya avdanê ya Xabûrê heye ku avê ji 270 hezar donim û 127 kooperatîfan re peyda dike.

(şx)

ANHA