Hîlala Zêrîn û Tev-Çandê: Divê AVA Medya lêborînê ji Rêber Apo û gelê Kurd bixwaze

Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çand a Rojavayê Kurdistanê sansurkirina dîmenên Rêber Apo ji aliyê Kanala AVA Medya ve şermezar kir û diyar kir ku ev nezîkatî helwesta neteweyî lawaz dike û dikeve xizmeta yên ku naxwaze pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser keve. Her wiha ji AVA Medyayê xwest ku lêborînê ji Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd bixwaze.

Hîlala Zêrîn û Tev-Çandê: Divê AVA Medya lêborînê ji Rêber Apo û gelê Kurd bixwaze
3 nîsan, 2026   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND) têkildarî sansurkirina wêneyê Rêber Abdullah Ocalan di bernameyeke televîzyona AVA Medyayê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de 4'ê Nîsanê (Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan) hat pîrozkirin û hate gotin: "4’ê Nîsanê bi maneya herî mezin rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e. 4'ê Nîsanê ji bo gelê Kurd ne tenê rojbûna kesekî ye, lê weke destpêka serdemeke nû ya rûmetê tê qebûlkirin. Di dîroka ku Kurd ber bi tunebûnê ve diçûn, Rêber Apo re vîn, nasname û baweriya azadiyê ji nû ve zindî kir. Ji ber vê destpêkê, em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin. "

Di daxuyaniyê de îşaret bi nêzîkatiyên Kanala AVA Medye hate kirin ku di bernameyekê de wêneyê Rêber Abdullah Ocalan sansur kir û wiha hat domandin "Bi rasthatina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re, li hemû deveran amadekariyên cur bi cur yên pîrozbahiyê tên lidarxistin. Lê li kêleka vê yekî jî bi rêbazên cuda cuda êriş tên birêvebirin. Pêwîstî heye ku bi daxuyaniyan û bi şêwazên cuda yên meşru bertek bên dayîn.                                                                                                                                          

Kanala AVA TV di bernameyekê de bi sansûrkirina dîmenên Rêber Apo bêrêziyekî li nirxên me re kir. Ev nezîkatî helwesta neteweyî lawaz dike û dikeve xizmeta yên ku naxwaze pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin, bi ser keve. Em ji bîr nekin ku Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe di dilê mîlyonan de cih girtiye. Di cîhanê de bi taybet jin hemû gelên azadîxwaz û dildarê Rêber Apo li derdora vê xeleka azadiyê kom dibe û xwe di vê felsefeyê de dibîne. Li beramberî vê jî bi nêzîkatiyên ragihandinê yên bêbingeh, bi taybetî ku em nêzî roja rojbûna Rêber Apo tên, pêwîste xwedî helwest û rihê tekoşînê be. Her şêwazeke nêzîkatiya ji Rêber Apo re di heman demê nêzîkatiya li beramberî Kurdan e. Bi mîlyonan Kurd Rêber Apo wek Rêberê gelê Kurd qebûl dike. Em wî nêzîkatiya bêrêz a ji aliyê AVA TV'yê ve wek heqaretekê li hemberî Rêber Apo û gelê Kurd re dibînin û nêzîkatiyên wisa şermezar dikin. Em ji bîr nekin ku tiştên bi vî awayî tu xizmetî ji gelê Kurd re nake. Di pêvajoyekê wisa de ku pêwîstî herî zêde bi yekitiya Kurdan heye û ev pêwîstî ketiye rojeva hemû Kurdan, nêzîkatiya Kanala AVA TV  berovaj e û nayê qebûlkirin. Medyaya civakî û xususên wê ku wekî sedema vê yekê hatine nîşandan têrê nakin û ne rast in. Eger berpirsyartiya ragihandinê şopandina heqîqet û parvekirina rastiyan be pêwîste helwestekê li dijî vê astengkirinê derkeve. Israrkirina di rastiyê de jî girîng e."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku muxatabê vê êrişê ne tenê partiyekê siyasî, destpêkê Rêber Apo û gelê Kurd e û hate gotin, divê AVA TV'yê destpêkî ji Rêber Apo û gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze û îzahata vê rewşê ji raya giştî re jî parve bike.

Di daxuyaniyê de nêzîkatiyê kanalê û medya dijîtal ên li hemberî Rêber Abdullah Ocalan û rastiya Kurdan wekî nêzîkatiyên polîtîk hatin nirxandin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: "Em wek hunermendên Tevgera Hîlala Zêrîn û Tev-Çand a Rojavayê Kurdistanê sansurkirina dîmenên Rêbertî şermezar dikin û helwestên xwe diyar dikin. Di serî de hunermend û ronakbîrên Başurê Kurdistanê, em bang li tevahî hunermendên Kurd dikin ku xwedî helwest bin. Bi xwedîderketina li Rêber Apo xwedî li pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin. Li hemberî van helwestên qirêj, erka her Kurdekî xwedî rûmet e ku li Rêberê xwe û li destkeftiyên şoreşa xwe xwedî derkeve. "

(bb)