Li Sûriyeyê di 2 rojan de 16 sivîl hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di nava 2 rojan de li deverên cuda yên Sûriyeyê, 16 kes hatine kuştin.

Li Sûriyeyê di 2 rojan de 16 sivîl hatin kuştin
3 nîsan, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 1'ê Nîsanê, 6 jê jin û 4 zarok, 14 kes li gundê Dîba yê bakurê Hesekê ji ber teqîna mayînan hatine kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku kesên din ji ber sûc û kiryarên di bin navê rakirina tolê de hatine kuştin. SOHR`ê xwest ku berpirsên van sûca li dadgehan werin darizandin.

(k)