Hikumeta veguhêz televîzyona ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt

Rayedarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bêyî ku biryareke fermî bide, televîzyona ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt û karmendên wê qewitandin.

Hikumeta veguhêz televîzyona ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt
18 îlon, 2025   14:13
ŞAM

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 14’ê Îlonê de bi biryareke devkî kanala perwerdeyê ‘Syrian Educational Satellite Channel’ girt û karmendên wê qewitandin.

Kanala Syrian Educational Satellite Channel di 21’ê Hezîrana 2009’an de ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya berê ve hatibû vekirin. Kanal li ser peykên Arabsat (Badr 4) û Nilesatê dest bi weşanê kiribû.

Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz weşana kanalê rawestand, mûçeyên karmendên wê yên daîmî ku hejmara wan 40 e, sekinand, her wiha nêzî 70 karmendên din dûr xistin. Di heman demê de hejmareke karmend veguhastin parêzgehên din.

Karmendan ji ajansa me re diyar kir ku rayedaran avahiya kanalê girt û nehişt ew kel û pelên xwe yên şexsî jî bi xwe re bibin. Piştre ew veguhestan dibistanekê ku ew jî piştre hat girtin.

Karmendan got: "Rojane em diçin pêşiya avahiya demkî, lê derî girtî ne. Nahêlin em derbasî avahiyê bibin. Em li kolanê li pêşiya avahiya girtî rûdinin. Em îmzeyê didin da ku amadebûna xwe îsbat bikin."

Karmendan da zanîn ku wan tevahî daxwazên xwe yên der barê rewşê de anîn ziman lê tu bersiv nehatine dayîn.

Karmend bi fikar in ku ji bo parêzgehên din werin veguhastin û got "Em ê li ku derê xew bikin? Li kolanan? An armanca wan ew e ku em îstîfa bikin?"

Mûçeyên sîstema "kuponê" ên karmendan ji destpêka vê salê ve nehatine dayîn.

(bb)