Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir

Şervanê QSD’ê şehîd Diyar (Emar Mirî El Hesen) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê hat oxirkirin.

Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
Xelkê Şedadê şehîd Diyar oxir kir
18 îlon, 2025   14:12
HESEKÊ

Şervanê QSD’ê Diyar (Îmad Mirî El Hesen) dema 12’ê Îlonê erka xwe ya leşkerî pêk dianî, di encama qezayekê de li Dêrazorê şehîd bûbû. Şehîd Diyar îro bi merasîmek girsayî li Pakrewangeha Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê hat oxirkirin. Merasîm ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê ve hat organîzekirin. Girseyek mezin a şênî, tevî endamên saziyên sivîl amade bûn.

Piştî rêzgirtinê şervanên QSD’ê toranek leşkerî li dar xist. Piştre jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Esed El Sultan axivî. El Sultan di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Îmad û hêzên leşkerî re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Şiyar Hesekê jî axivî û got: "Em sersaxiyê ji xwe, malbata şehîd Îmad, tevahiya malbatên şehîdan û hêzên me yên leşkerî re dixwazin. Ji vî cihî em soz didin gelê xwe ku em heya dilopa dawîn a xwînê şopdarên rêya şehîdan bin."

Şiyar Hesekê bi domdarî got: "Şehîd ronahiya rêya azadî û ewlehiyê ne. Bi saya şehîdan me û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me destkeftî bi dest xistin."

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Îmad hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê wî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan spart axê.

(bb)

ANHA