‘Îsraîl û hikumeta veguhêz li ber lihevkirinên ewlehî û leşkerî ne’

Çavkaniyeke ji Sûriyeyê ji AFP’ê re ragihand ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîl tê payîn ku heta dawiya salê peymanên ewlehî û leşkerî îmze bikin.

‘Îsraîl û hikumeta veguhêz li ber lihevkirinên ewlehî û leşkerî ne’
18 îlon, 2025   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyeke ji Wezareta Karên Derve ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji AFP’ç re ragihand ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîl dê heta dawiya salê ber bi pêkanîna lihevkirinan ve biçin.

Heman çavkaniyê ku nexwest navê xwe aşkera bike, got: “Di dan û standinên hikumeta veguhêz û Îsraîlê de pêşketinên berbiçav hene. Lihevkirinên ku tê payîn pêk werin, bi piranî li ser mijarên ewlehî û leşkerî ne.”

Heman çavkanî destnîşan kir ku lihevkirin di xebatên ji bo domandina agirbestê de dimeşin û ev agahî da: “Agirbest û pêkanîna aramiyê li ser sînorê başûr in.”

Çavkanî wekî din der barê naveroka lihevkirinan de tu agahî nedan.

Li aliyê din jî duh serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri der barê mijarê de gotibû Amerîka ji bo pêkanîna itîfaqa bi Îsraîlê re zextê li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê nake. Her wiha gotibû heke itîfaqa ewlehiyê bi ser bikeve, dibe hin itîfaqên din pêk werin, lê dosyaya aştî û lihevkirina mayînde niha ne li ser maseya wan e. El Şeri got itîfaqa bi Îsraîlê re pêwîstiyek e û ev tişt anî ziman: “Divê Îsraîl bi rêzdarî nêzî Sûriyeyê û yekitiya xaka wê bibe.”

(dc)